Teknîk

Şopa tiliyan zayendaya mirov eşkere dike

 

Hate ragîhandin ku zayendeya mirovan jî di şopa tiliyên mirovî de heye. Lê heta niha kesî pê nizanibû.

Li Zanîngeha Gazî ya Enqerê, Prof. Dr. Şeref Sagiroglu, ev e 15 sal in ku lkêkolînan dike û heta niha çend tiştên ku ta niha jî ji aliyê lêkolîneran ve nehatine peyitandin, derxistiye holê û kiriye malê mêjû.

Prof. Şeref Sagiroglu weha dibêje: ”Di jimara çixêzên di tiliya mirovî de zayend tê zanîn, herweha wêneyê rû jî wê pê derkeve holê. Ev hawe heta niha li dinyayê hehatiye peyitandin. Ev haweyê ku me dîtiye, niha ketiye jiyanê. Me di vê lêkolîna xwe de %90 serkeftin bi dest xistiye. Bi vê sîstemê pir bi hêsanî kesên sucdar dê bêne kifşkirin.”

Em jî wek Rojeva Kurd serkeftin ji Prof. Şeref Sagiroglu re dixwazin û em hêvîdar in ku bi vê dîtina wî, kêmasî têkeve dij û tolazên Stenbol û Enqerê.

 

 

Rojeva Kurd/Enqere

Balkêş e ?
Close
Back to top button