Samî Ergoşî: Nûçeya ANFê bê esas e

Samî Ergoşî sekreterê rojnamevaniyê yê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di bersiva pirseke rojnameya Xebat de nûçeya ajansa ANF a nêzîk PKKê red dike û wê nûçeyê bê direw û bê esas wesif dike. 

Ajansa ANF roja 09.10.2012ê nûçeyek weşandibû û piştre ew nûçe di hindek saziyên ragehandina navxweyî jî de hat weşandin ku, qaşo bi beşdariya berpirsên herêma Kurdistanê, diplomatkarên tirk, amerîkî, îsrayîlî û berpirsên hindek partiyên rojavayê Kurdistanê civîneke nihênî li ser rewşa Suriyeyê hatiye saz kirin. 
Li dor vê nşçeyî Ergoşî dibêje: 

– Ev nûçeye nerast e û tu esas jê re nine, bi tu awayî civînên bi wî awayî li herêma Kurdistanê nehatîne saz kirin. Pêştir bi serperiştiya birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê bi eşkereyî û li ber çavên mediyayê partiyên rojavayê Kurdistanê li hewlêrê civiyan û Desteya Bala a Kurdî hat avakirin. 

– Siyaseta herêma Kurdistanê li hember Suriya û rewaşa rojavayê Kurdistanê zelal û eşkere ye. Her biryareke xelkê surî li ser paşeroja xwe bide, herêma Kurdistanê dê pêgiriyê bi wê biryarê bike, herêma Kurdistanê dixebite ku, hemû hêzên kurd, bê cudahî, di çarçoveya Desteya Bala a Kurdî de kom bike. 

Li dor wê belgenameyê ya ku, ANF digel nûçeya xwe weşamdî, sekreterê rojnamevaniyê yê serokê hikûmeta Kudistanê got: 
– Ew belgename hatiye dirust kirin û saxte ye, bi rêya teknolojiya nû dirustkirina belgenameyên wisa gelek hêsan e. 

Nerîna min :