Polîtîk

Namzetên mamostetiyê biryara YOKê protesto kirin

Xwendekarên ku li Zanîngeha Artuklu a Mêrdînê, di beşa namzetiya mamostetiya Kurdî de dixwînin, biryara YOKê (Saziya Bilind a Hînkariyê) protesto kirin. Çalakvanan, rektorê Zanîngeha Artuklu a Mêrdînê Bedîi Omay jî rexne kirin û anîne ziman ku, rektorê ku diçe Hecê, mafê beniyan jibîr kir û çû, em mafê xwe ji wî re helal nakin.

Bi biryara YOK û Zanîngeha Artuklu a Mêrdînê, ji bo gihandina mamosteyên dersa Kurdî, biryar hatibû girtin ku, ji aliyê zanîngehê ve 500 kontenjan wê bê vekirin û formasyona wan xwendekarên ku di encama ezmûnê de bi serketin û mafê xwendinê qezenç kirin jî wê bê naskirin. Li ser vê protokolê, zanîngehê dest bi xebatan kir, ezmûn vekir û nêzika 4 hezar kesa serîlêdan ku têkevine ezmûnê. Ezmûn hate lidarxistin û li nav û derveyî welêt 500 kesên ku di encama ezmûnê de puanên herî bilind girtin, mafê xwendinê yê mamostetiya Kurdî bidestxistin. Ji wan 500 kesan, gellekê wan ji derveyî Mêrdînê, heta yên ku ji derveyî Tirkiyê hatibûn û li Mêrdînê bicîh bûbûn jî hebûn.

Piştî vê xebatê, YOKê biryareke nû girt ku kontenjana mamostetiya dersa Kurdî daxistine 250 kesan. Li ser vê biryarê, rêvebiriya Zanîngeha Artuklu a Mêrdînê daxuyanyeke nivîskî da ku, ji ber mexduriyeta ewqas kesan, ger biryara YOKê neyê guherandin, em ê ji vî karî xwe vekişînin. Heta rektor Bedîi Omay diyar kiribû ku, nebe ew ê li hemberî vê biryara neheq îstifa bike. Lê biryara YOKê nehate guherandin û Zanêngeha Artukluyê li hemberî biryara YOKê, li ser soza ku di daxuyaniya xwe de da nesekinî û biryara YOKê bi vî awayî qebûl kir.

Xendekarên zanîngehê, ji bo vê biryarê, li pêş zanîngehê çalakiya protestoyê lidarxistin.  Pankartên, “zimanê me rûmeta me ye”, “ziman ne xwestek e ziman maf e” vekirin û rektorê zanîngehê Bedîi Omayê ku çûye Hecê rexne kirin û anîne ziman ku, rektor, mafê beniyan jibîr kir û çû Hecê, em mafê xwe helal nakin. 

Ji wan mexduran yek Muhsîn Eren, di çalakiyê de wiha axifî: “Ez bi mehaniya 2 hezar lîreyî li fêrgehê dixebitîm. Ji bo perwerdehiya bi Kurdî min karê xwe berda û ez hatin li Mêrdînê bicîh bûm. Li hemberî lihevnekirina YOK û zanîngehê ez perîşan bûm. Jiyana min serûbin bû.”

Back to top button