Çima "erê"?

 
Bi we diyare wê pakêta guhertina makezagonê di 12 Îlonê de biçe dengdayînê, referandum dê bê çêkirin. Hişê Kurdan tevlihev e, çimkî beşek dibê ERÊ, beşek dibê NA, beşek jî dibê ne erê ne jî na; hema seranser BOYKOT.

Bi rastî ji bo çi xwedi vê helwestêne ew jî ne zelal e. Beşa ku dibê na an jî boykot, bi vê guhertinê demokratikbûneke çawa dê bê çêkirin ewî jî baş nizanin. Ev pozber kirina BDP ê û rêxistina PKK yê ye, Ji ber wî nikarin li dij derkevin. Bi viyana xwe ya azad nîne ev helwest girtin.
 
Demên AP(Demirel) û CHP(Ecevit) di hilbijartinê de gel dibû du enî.Bi zanatî an nezanî dengê xwe didan gelek caran.Cîraneki me hebû, xulambû Hemû , min jê pirskir ” tuyê dengê xwe bidî kîjanî ? ” bersiva wî wuhabû ” dengê min ê malbata hecî Mistefa ye, ew bidin kî, ezê jî bidime wî ” Di guhertina makezagonê de dengdayîn jî wek Hemo dê biçe. PKK û BDP dest daye ser dengê gel, ew çi bêjin gel mecbûr e wî bibêje mixabin. Tê dîtin û bihîstin gel di bin bandorê de ye, ne azad e. Ji ber wî nizane ev guhertina makezagonê pêşveçûyîneke, demokratikbûneke
bê guman. Her çiqwas gaveki biçûk be jî, ji bo pêşerojê ger piştevanî bê kirin.
 
Li dij derketina guhertina makezagona 12 Îlonê mirov helwesta CHP, MHP û ê partîyên ” çep “ên Kemalist fêm dike ji buy çi dibên NA. Ew AKP yê dikin hêncet ku sernekeve, lê armanca veşartî ne ew e. Naxwazin ” statuko” biguhere, naxwazin sazîyên sîstemê (AYM-HSYK) bên hilweşandin. Naxwazin demokratikbûn û pêşveçûn çê bibe. Armancên xweyê veşartî bi hinek tiştên din di xemilînin ku neyê dîtin. Lê mirov nikare BDP û ji Kurdên di vê enîyê de cîh girtine fêm bike ! Helwesta wan ne gorî berjewendîyên gelê Kurd e. Bingeha vê makezagonê ” yek
dewlet, yek netew , yek ziman, yek al ” e. Ew netew jî Tirk e. Ev tê zanîn , ka mirov çawa dibe cerdevanê vê makezagonê ?
 
Madem ku hûn zagonên komara Tirkîyê hilnadin balê, hûn çima di parlamentoya wan da sîyasetê dikin? Hûn çima parlamentoyê boyqot nakin ? Ev durûtî nîne çî ye gelo ? Ev tevgera we ne Kurdewarî ye û ne jî dirûstî ye. Ji alîkî ve hûn dibên ” em dixwazin bibin partîyeki Tirkîyê ” li alîyê din pişta xwe didin pêşve çûnê! Heger hûn ji dil û
can di vê gotinê de dilsozin ger hûn di dengdayînê de erênî lê mêzekin ne wisa ? Li dij serbestî û azadî yê helwest girtin çiqwas rast e ?
Hema rasterast bibêjin ” em naxwazin statuko bi guhere “, cîhê we girtîye enîya kemalista ye bêguman…
 
Madem ku ew hêz tune em makezagonê bi tevahî ji bingehê bi guherin, divê em piştevanî bidin vê guhertinê di dengdayînê de bêjin ERÊ. Bila bibe sedema derî vekirina demokratikbûnê û pêşve çûnê. Ji bo
çareser kirina pirsgirêka Kurd, çêtirdîtina Kurda gere ERÊ be, ne na û boykot be.Şoreşgerî ne li dij pêşve çûna ye.
 
– Ji bo pirsgirêka Kurd di nêvengeki azad de bê axivtin ERÊ

– Ji bo mafê mirovan pêşve biçe ERÊ

– Ji bo êdî darbe neyên kirin ERÊ

– Ji bo bêdadî neyê kirin ERÊ

– Ji bo zarokên bêguneh neyên daliqandin ERÊ

– Ji bo rewşenbîr û rojnamevanên birûmet li kuçe û kolanan neyên
kuştin ERÊ

– Ji bo kujarîyên “kiryarker kifş” nebin ERÊ

– Ji bo cîhawazîya TSK bê şikandin ERÊ

– Ji bo bê sedem binçav kirin nebin ERÊ

– Ji bo bandora kemalistan bê lawaz kirin ERÊ

– Ji bo kedkar, xebatkar û karmend bigihên mafên azad ERÊ

– Ji bo pêşve çûnê ERÊ

– Ji bo bêdadî yê ERÊ

– Ji bo êdî kes îşkencê nebîne ERÊ
 
-Ji bo partîyên sîyasî neyên qedexe kirin ERÊ
 
Bîr û bawerî ya mirov bi gelê mirov hebe ger tu partî û rêxistin têkilî viyana gel nebe. Ku hûn vî gelî bikin bin bandorê wê gel bi çi awayî demokrasi yê nas bike ? An hûnê kengê bibin demokrat ?…

23.07.10
 
Tevger ÇEKDAR

 

(KNN)

 

 

Nerîna min :