Civak

Almanya berda malbateke ji şeş kesan pêkhatî, du kes hatin girtin

Dezgeha Biyaniyan li bajarê Essen di beyaniya 27ê tîrmeha (July) 2010ê de hişt ku malbateke ji şeş kesan pêkhatî bê şandin Şamê. Dema Hemza Hesen (1984) û Xalid Hesen (1967) gihan balafirgeha Şamê ew ji aliyê hêzên ewlekariyê yên sûrî ve hatin girtin. Ji nav kesên ku hatin zivirandin, sê – Hemze, Meryem (1989) û Îmad Hesen (1988) – li Almanyayê çêbûne.

Dê û bavê wan li Almanyayê bi nasnameyeke çewt doza mafê penaberiyê kiribû. Wan pêşî îdîa kiribû ku ew bi eslê xwe ji Libnanê ne, lê piştre li nasnameya xwe ya sûrî mûkir hatibû. Wilo diyar e ku Hemze û Xalid Hesen hatibûn girtin, çimkî ew li Almanyayê tawanbar bûbûn. Ne diyar e bê ma çawa hêzên ewlekariyê yên sûrî ji tawanbarbûna wan agahdar bûbûn.

 

(Kurdwatch)

Back to top button