Helwesta vî generalî serê wî xwar
Biryarên konseya bilind ya leşkerî ji aliyê serokkomar ve hatin pejirandin. Wek tê zanîn di civîna îsal ya konseya bilind a leşkerî de, hukumetê guh neda leşkera û wek xwe kir. Orgeneral Hasan Igsiz nekirin fermandarê hêzên erdî û dê teqewît bibe, herweha orgeneral Erdal Ceylanoglu bû fermandarê hêzên erdî. Vê yekê rêya serfermandariyê jî ji generalê ku hukumet dixwazê re vekir. Işik Koşaner bû serfermandar û 30-ê tebaxê cihê Başbug dikire.
Îsaltiştek wek leşkeran nebû, ji ber wê jî sistema wan ji xwere avakirî heta radeyekî tevlî hev bû. Li gora teamulê diviya Org. Aslan Güner bibe fermandarê orduya yekê, lê di rewresmekî de wî destê jina serokkomar negirt û pişta xwe dayê. Ev bû sedemek ku wî genarî terfî nekir. Generalên di doza Balyozê de navê wan derbas dibin, piranî di karên pasiv de cih girtin.