Polîtîk

Erdem ji CHP-ê îstifa kir

Parlementerê CHP-ê yê Enqere Eşref Erdem ji partiya xwe îstifa kir. Bi îstifa Erdem hijmara parlementerên CHP-ê, ji 103 kesî ket 102 kesan. Wek tê zanîn Eşref Erdem bi eslê xwe kurd e û demek dirêje di nava refên CHP-ê de siyasetê dike û heta bûye cigirê serokê partiyê jî. Erdem dijî helwesta partiyê ya ku di referandumê de ji guhertinên destûrî re bêje na, derket û bi daxûyaniyekî helwesta xwe dijê helwesta partiyê da nîşandan.

Partiyê ji bo vê helwesta Erdem xwest wî ji partiyê bavêjin. Lê Eşref Erdem nema hêviya vê yekê û bi xwe îstifa xwe ji partiyê da.

 

Back to top button