Ji herêma Kurdistanê banga rawestandina 'Tek Turkiye' yê
Li herêma Kurdistanê, 7 rêxistinên sivîl li devera Germiyanê, di belavokeke şermezarkirinê de ji televizyona MBC ya Erebistana Siûdî xwestin ku dramaya li dij kurdan rawestîne.
Di belavokê de bal hate kişandin ku fîlma bi navê “Tek Turkiye”, dramayeke tirkî ye û bo zimanê erebî dublaj kiriye û naveroka wê li ser şerê dewleta Tirk ê bi PKK’ê re ye, lê ew li ser kurdan bi giştî diaxive û gelê kurd sivik dike.
Berdevkê belavoka Germiyanê Ednan Qurbanî ji AKnewsê re got, “7 rêxistinên sivîl li devera Germiyanê, di belavokeke şermezarkirinê de ji televizyona MBC xwestin ku dramaya li dij kurdan rawestîne.”
Her wiha Qurbanî şîroveyên xwe wisa dan, “Ev drama navê kurdan xerab dike û hewl dide wek kujer û terorîstên ku toxtor dikujin û dibistanan diteqînin bide xuyakirin.” Û xuya dike, “Ev tişt ji rastiyê dûr e.”
Sebaret çalakiya xwe de, Qurbanî got, “Me ji hemû navgîn û dezgehên ragihandinê xwest kempaniyeke komkirina îmzeyan dest pê bikin, taku li her derê em arasteyî ofîsên MBC bikin û jê bixwazin vê dramayê rawestînin.”
Her wiha belavoka Germiyanê dibêje: “Em ji parlamentoya Kurdistanê, wezareta rewşenbîriyê û gêncan di hikûmeta herêma Kurdistanê de, daxwaz dikin, fişarê bixe ser kanala navborî da ku vê dramayê rawestîne.”
Hêjayî gotinê ye, ev drama sala 2007’ê ji aliyê derhênerê tirk Gursel Ateş ve hatiye derxistin.