Naveroka civîna rojnamevaniya Barzanî û Malikî
Peymanek li ser nexşerêya civînên berdewam
Li destpêka civîna rojnamevaniyê da Serokê Herêma Kurdistanê bi xêrhatina Dr. Nûrî Malikî kir û balkişand li ser civîna birayaneya li rewşeke erêniya her du aliyan û da zanîn ku her du alî li ser bingeha berjewendiya giştiya Iraqê bi rêkketin.
Serokê Herêma Kurdistanê got:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Li destpêkê da dixwazim bi xêrhatina birayê birêz cenabê Serok Wezîr birêz Dr. Nûrî Malikî bikim, ev hevdîtin û ev serdan jî derfetekî baş bû bo ku di derbarê pêvajoya Iraq û encama dawî ya karên me yên berdewam yên ji bo pêkanîna Hikûmeta Iraqê guftugo bikîn. Her wiha dikarim bibêjim guftugoyên me birayane bû û li ser bingeha berjewendiya Iraqê bû. Her wiha li ser wê yekê bi rêkketîn kar û erkên xwe li vî derbarî de zêde bikîn û me nexşerêyek hebê bo ku li gel hêz û aliyên din li ser bingeha wê nexşeyê tevbigerin ku ji vê qeyranê bi zûtirîn dem rizgar bibîn.
Carekî din bi xêrhatina birayê azîz Dr. Ebu Îsra dikim û hêvîdarim ev hevdîtin bibê destpêkek ji bo çareserkirina wan hemû giriftên Iraqê ku têda dijî.
Gelek spas
Dîrokekî hevbeş
Paşê Dr. Nûrî Malikî Serokê Lîsta Dewleta Yasa û Serok Wezîrê Iraqa Federal li axaftina xwe de spasî Serokê Herêma Kurdistan û berpirsên Herêma Kurdistanê kir ku vê rewşa erênî ji bo guftugoyê rexsandin û got:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Gelek spasî birayê birêz û ustad Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û birayên li Herêma Kurdistanê dikim ku vê pêşwazî û rewşe erênî û birayane û ji bo vê civînê rexsandin. Ev serdan jî ne yekemîn serdana Kurdistanê ye û pêwendiya me jî xwedî dîrokekî hevbeşa dûr û dirêje li xebata hevbeş li dijî dîktatorîzm. Ev dîrok jî wiha dike ku hevkarî û hemahengiya xwe de berdewam bibîn û li bin siha dirustkirina dewlet û li beranberî wan zextan li berxwe bidîn ku dixwazin dewleta destûrî demokrasî li rêrewa rastiya xwe ji holê rake ku ew jî destûre. Ji bo wê yekê dikarîn bibêjîn ev serdan bi dengeve hatina zerûretekî vê qonaxê ye bi taybetî di derbarê pêkanîna Hikûmet û girîngiya wan zextên metirsîdarên ku pêwîste em xwe jê rizgar bikîn. Ewên ku karîn ji hemû sextiyên dîrokê rizgar bibê bi hevkarî û hemahengiya li gel hevdû îro li ber berpirsiyariya nû dane. Dikarîn bibêjîn hevdîtina me ya îro hevdîtineke girîng û dîrokî bû li wê rêrewa dîroka siyasiya me ku dikarê encamên baş bîne holê. Wekî ku birayê min ê birêz Barzanî kerem kir guftugoya di navbera me erênî û birayane bû, têgihiştina hevbeş têda hate holê û dikarim bibêjim hevdîtineke stratejî bû ji ber ku me bi tenê pirsên pêwîst bi qonaxekî diyar kirî behs nekir ji ber ku me behsa berdewambûnê xwe ya wan hemû pêwîstiyan kir ku li proseya binyadnana dewleta destûra federalî de me pêwîstî bi pê heye ku li ser bingeha parastina bejewendiya hemû aliyek be. Her wiha nexşerêyekî jî ji bo guftugoyên me heye û têgihiştinekî jî heye ku pêwîste li dema bizava me li ser asta hemû aliyen hevbeşên proseya siyasî da hebê ji ber ku me berê jî baweriyeke hevbeş û dabeşkirina berpirsiyarêtî û desthilatê anî ku bi awayekî hemû aliyek berpirsiyarêtiya xwe bi dest bigrê û hemû aliyek jî li birêvebirina dewleta hevbeş de bê. Ji bo wê yekê em bi hêviya xwedê bi pêkve li gel hevbeşên xwe li proseya siyasiya Iraqê tevgereke çalaka guftugoyên me dibê li kutle û lîsteyên din heta li ser wê nexşe û wê mekanîzmê bi rêkbikevîn ku aramiyeke zêdetir ji bo me bîne holê bo ku beranberî wan zextan berxwedaneke zêdetir bikîn ku em bawerin li pêşxistina paşarojê de lê belê me baweriyeke zêdetir bi kiryara xwe heye bi beranberî wan zextan bi birayetî û dîroka hevbeşa di navbera me her wiha bi têgihiştina hevbeş ji bo hemû zextan.
Carekî din gelek spas ji bo we û gelek spas ji bo birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê.
Aliyên Kurdistanî vetoya xwe li ser kesek tûne
Çend ajansekî nûçeyî balkişandibûn li ser wê yekê ku aliyên Kurdistanî û bi taybetî Serokê Herêma Kurdistanê awayekî vetoyê ji bo Dr. Malikî nîşan daye, lê belê Serok Barzanî li bersîva pirsiyarek de li vî derbarî de dûpat kir ku tu kes nikare bi navê me vê axaftinê bike ji ber ku aliyên Kurdistanî veto li ser kesek tûne û got: Tu kesek nikarê bi zimanê min û bi navê min bi vî awayî bipeyve û ji ber ku me hêla sor ji bo tu kesekî daneniye. Birayê me yê birêz Ebu Îsra birayekî azîze û hevpeymane û ev nûçe tu bingeheke xwe yê rast tûne.
Hevbeşiya hemû aliyê siyasiyên Iraqê
Dr. Malîkî balkişand li ser wê yekê ku ew nexşerêya hatiye axaftin li navbera hêz û aliyê siyasiyan li ser bingeha komkirina hemû hêz û aliyên siyasiyane ji bo guftugokirin û dûpatkirina hevbeşe li karê siyasî û got: Ev nexşerê ji bo guftugoya siyasiya di navbera hevbeşên proseya siyasiye û naveroka wê ji bo dema guftugoyan bi cîh dihêlîn ku bi hêviya xwedê li dema guftugoyên me de çi wekî tak an wekî lîst û qeware naverokên wê bi awayekî xweşiktir diyar dibin.
Kes nikarê maddeya 140 jê bibe
Her çende cîh bi cîh kirina maddeya 140 a destûra federal xalekî girîngê karnameya Hikûmeta Dr. Nûrî Malikî bû, lê belê li dema derbasbûyî de tu pêşketinekî li vî derbarî de nehat avêtin û belku hewldana zêde jî ji bo jê birinê hate dayîn ku ji wê destûra zêdetirê Iraqiyan dengê xwe pê daye. Nûrî Malikî li vî derbarî de balkişand li ser wê yekê ku tu kesek nikarê maddeya140 jê bibe ji ber ku maddeyekî destûriye û got: Maddeya 140 maddeyekî destûriye û tu kesek nikarê rabigrê û cîh bi cîh kirina wê jî ranewestiyaye ji ber ku lîjneya pêwendîdar wê maddeyê pêkaniye û budçe ji bo wê hatiye terxan kirin û ev prose jî bi berdewamî li kar daye û tenê cîh bi cîh kirin jî karekî îlzamiye ji bo wan hemû kesên ku behsa dewleta destûrî dikin. Ew madde beşekî girînga destûre û divê bête cîh bi cîh kirin. Belê hinek pirsên teknîkiyên pêwîst li warên serjimêriyê ve heye ku bi hêviya xwedê li cotmeha vê heyvê cîh bi cîh dibe û pirsekî pêwîst bi dûbare nexşandina sinor ve heye heta wekî çarenivîsa Kerkûkê diyar bibê lê belê dûpat dikim ku madde ranewestiyaye û ranawestê ji ber ku maddeyekî destûriye.
Pêvajoya nehemwariya ewlehiya li Iraqê da
Her çende Dr. Malikî nexwest pêvajoya ewlehiya Iraqê bi pêvajoyeke şepirze û nehemwar bide zanîn jî lê belê neveşart li vir û li wir çend karekî terorîstî têne kirin û bi karên tirsnokane da zanîn û got: Li vir û li wir çend kirdarêkî terorîstî têne encamdan wekî peyamek ji aliyê çete û terorîstan ve bo ku ji bo bibêjin ku hê mane û hebûna xwe diparêzin, lê belê ez herdem dibêjim ew nikarin Iraqê vegerînin li ser rewşa berê ku li navbera çend grubê terorîstan ve hatibû dabeşkirin wekî Qa’îde û çeteyên din. Belê ew kirdar berdewamin û em jî li rûberûbûna wan de berdewam dibîn û şerê wan jî dikîn û bêguman tiştên wiha bi kovan jî rû dide û bêguman bi armanc girtina xelkên bêtawan karekî neşerîfaneye û me dikarî li serdema rejîma berê da van reftaran bikîn lê belê ez bi hemû cîhanê dibêjim dijmin û terorîst eve wiha bê wîjdanin.
Divê destûr bête bi cîh kirin
Bi cîh nekirina destur girîngtirîn maddeya destûr ku dema bi vî awayî êrîş ji bo yekbûna Iraqê ve mijule ew destûr dibê tiştekî nivîskî ne bi cîh kirî û bi taybetî bi hebûna çend kirdar û reftarek li vir û li wir ji bo dûbare vegerandina siyaseta bi Ereb kirina navçeyên veqetandiyên Herêma Kurdistanê. Dr. Malikî li vî derbarî de li bersîva pirsiyarekî rojnameya Xebat de dûpat kir ku pêwîste destûr bête bi cîh kirin ji ber ku eger nehat bi cîh kirin wê demê hemû ew bingeha ku Iraqiyan dirust kir diruxê û got: Ez bawerim her kesek behsa wê yekê bike destûr tê nivîsîn û nayê bi cîh kirin ew dixwaze wê bingeha ku me daniye li ser serê hemûyan ve birûxênê ji ber ku eger em girêdayî desturê nebûn têda tu paşarojek ji bo tu aliyan û pêkhat û hizbekî nabê. Destûr soznameyeke bilindê gelê Iraqa ku deng pê daye û bi cîh kirin jî ji bo hemû Iraqiyan îlzamiye tenê eger hinek kes jî hebin nêrîn û ramana wan li gel me da cuda jî hebin, aliyên beramber mafê xwe ne nêrînên cuda li gel me da hebê lê belê destûr her destûre û eger li ser çend xalekî jî me cudahî hebê, her wiha rê bi tu Wezaretek jî nadîn careke din siyaseta ziyan gihandinê zîndî bike, her çende ez venaşêrim ku hinek kesên li fermangeh û dezgehên hikûmetê da hewl didin siyaseta berê ya rejîma guhertî zîndî bikin, siyaseta ziyan gihandin û siyaseta eşîrtî, belê ew tişt hene û li her kesek da bibînîn wan siza dikîn. Qonaxa berê qonaxa aramiya dewletê bû qonaxa niha jî qonaxa arama dam û dezgehên dewlete û em jî dixwazin li ser bingeha destûriya ronahî û xurta dam û dezgehên xwe dirust bikîn û xwe bi pişta hevbendiya aliyên hevbeşan girêbidîn li ser destûr rê bi tu kesek nadîn siyasetên rejîma berê zîndî bike.
Hatina Malikî… hengavekî girîng
Serok Barzanî di derbarê serdana Malikî ya Herêma Kurdistanê li bersîva pirsiyarekî ya rojnameya Xebat dûpat kir ev serdana Malikî ya Kurdistanê serdanekî girînge û hengava yekeme ji bo guftugoyên paşarojê û got: Bêguman hatina cenabê Serok Wezîr Nûrî Malîkî ya Hewlêr hengavekî girînge û palnerekî girîng dibê ji bo pêşxistina wê proseya niha, şanda me jî şanda Kurdistanî bernameyekî heye û bêguman piştî vê hatinê li gel Lîsta Dewleta Yasa û lîsteyên din dikevin nav guftugoyên cîddîtir û diçine nav naveroka meseleyan û carekî din dibêjin bêguman ev hatin dibê palnerêk ji bo pêşketina zêdetira proseyê. Li vê civînê de me gelek tişt axaft û wekî ku min got şanda me ya li Bexda bi bername kar dike û em jî li ser xalên vê bernameyê rêkketîn û hemû tiştek jî li rêya vê şandê ve dibe û bi hatina birêz Malikî me têgihiştineke baş ji bo karên hevbeş kirine.
Metirsiyên piştî vekişana hêzên Emerîka
Dr. Malîkî hêvî xwest pirsa pêkanîna Hikûmetê paş nekevê û dûpat kir ku nêzî saleke dosyeya ewlehiya Iraqê bi destê hêzên Iraqê daye ku gelek caran ji hemû ruyek ve pêşketîtir buye û her wiha got: Aliyên Iraqî û aliyên Emerîkî ku li vê demê de dest bi vekişanê kirine tu metirsiyek li paşaroja Iraqê ve pêkneaniye Hikûmet jî amadeye ji bo birêvebirina dosyeya ewlehî û dam û dezgehê ewlehiyan ji bo birêvebirina karên xwe ew li amadebaşiyê dane.
Vekişana Emerîka li gor xişteya(cedwel) hatiye danîn tê bi cîh kirin ji bo wê yekê hûn dibînin aliyên Emerîka dixwazin vekişin û em jî daxwaza paşxistina vê vekişanê nakîn û tu pêvajoyeke siyasî karîgeriyê li ser vê vekişanê nabê.
Bi tundî dijî ziyan gihandinê radiwestîn
Serokê Herêma Kurdistanê dûpat kir ku Kurd tu demekî daxwaza tiştekî wiha nake ku li derveyê destûrê bê û got: Destûr rê ji bo çareser kirina pirsa Kerkûkê diyar kiriye û bi asayîkirina pêvajoyê û serjimêriyê û êdî referandum û her hengaveke dijî vê proseyê be an jî bi careke din anîna Ereb, dijî destûre û em qebul nakîn.
Kurd dev ji posta Serokayetiya Komar bernade
Serokê Herêma Kurdistanê got: Şanda Emerîka daxwaz ji Kurd nekiriye dev ji posta Serokayetiya Komar berde û dev ji postê bikîn, ev tişt ji me nehatiye daxwaz kirin û em jî li ser razî nabîn.
Serdana Malîkî ne ji bo hevpeymaniyeke nû ye
Serok Barzanî got: Serdana Malikî ya Herêma Kurdistanê ne ji bo hevpeymaniyeke nû ye belku ji bo nûkirina hevpeymaniyeke kevin e û berdewame û bi hêviya xwedê heta hetayê jî bi hêz dimînê.
Berjewendiya Iraq li ser rûyê hemû tişteke
Dr. Malikî balkişand li ser wê yekê ku tu kesek nikarin hinek kesan ji wergirtina posta Serokayetiya Wezîran qedexe bikin û got: Birêz Serokê Herêma Kurdistanê jî dizanê ev post mafê her Iraqiyeke ku mercên wê postê bi cîh bike ku destûr û proseya siyasî jî balê li ser dikşînin.
Dewleta Yasa jî bi berbijêra xwe girêdayî vê postê ye wekî her lîsteyeke din, eger heman hejmara Dewleta Yasa jî nebê, ew jî tişteke asayiye û tu tiştek ji bo gûherîna berbijêran rû nedaye, lê belê berjewendiya me ya bilind wiha dike ku berdewamiya proseya siyasiya Iraqê bidîn, em berbêjêrê xwe beramber wan ret nakîn û rê jî nadîn kesek berbijêrê me red bike tenê bi pêwera destûrî nebê ku wiha bike ev pêvajo yek alî bibê û ez bawerim dirustiya hikûmetê gelek ji dema çaverê kirina pêkanînê girîngtire her çende dem jî ji bo me girînge lê belê armanca me berdewambûna erêniya proseya siyasî û pêşketinêye.
Rola Kurd li Iraqa îro da
Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn ku rola Kurd li Iraqa îro da rolekî erêniye û herdem jî bûye beşeke ji çareseriyê û got: Em li qonaxa paşarojê de guftugo û çalakiyê xwe yên siyasî zêdetir dikîn li gor wê nexşerêya ku li ser rêkketîn her wiha li gel lîsteyên din jî guftugo dikîn û piştî wê yekê ku li gel cenabê Serok Wezîr rêkketîn hêvîdarîn bigihîn encameke erênî.