Serokê Kurdistanê pêşwazî li sefîrê Berîtanyayê kir
Di hevdîtinê de, her du alî guftugo li ser rewşa siyasiya îro ya Iraqê, hewlên qewareyên siyasî ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, nêrîn û dîtinên herêma Kurdistanê li dor proseya siyasî kirin.
Di vî warî de serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku hevdîtin û guftugoyên di navbera qewareyên siyasiyên Iraqê de û ji bona gihiştina çareseriyeke hevbeş ji bo pêkanîna hikûmeta nû ku li ser bingeha hevbeşa nîştimanî rasteqîne be, berdewam in. Herwesa tekîd jî hat kirin ku ji bo hevdûnêzîkirina nêrîn û dîtinan li ser hewlên xwe de berdewam dibe.
Ji aliyê xwe ve sefîrê Berîtaniyayê piştgiriya welatê xwe ji bo pêkanîna hikûmetekî nû ya li ser bingeha hevbendî û ji holêrakirina wan astengên ku rêgirin li pêşiya pêşveçûna proseya siyasiya li Iraqû, dûpat kir.
Pêwendiyên di navbera Beritanyayê û herêma Kurdistanê mijareke dina hevdîtinê bû û di vî warî de her du alî li ser pêşxistina pêwendiyan li hemû waran da bi hevre bûn û bi taybetî li warê veberhênanê de.