Du keçên bakurê Kurdistanê li Hewlêrê şewitîn
Du keçên xelkê bakurê Kurdistanê ku di şîrketeke baqijkirina malan de dixebitîn di dema paqijkirina malekê de li bajarê Hewlêrê, şewitîn û niha her du jî di bin kontrola dixtoran de ne. Li gor çavkaniyeke bijîşkî a bajarê Hewlêrê, jiyana yek ji wan du keçan di metirsiyê de ye.
Roja îna bihûrî di seat 6:30’an de li bajarê Hewlêrê du keçên bi navên J.H. (15) û Z.E.(23) ku ji bo şîrketa paqijkirina malan a bi navê H.K kar dikirin, di dema paqijkirina malekê de agir bi wan dikeve û ji nexweşxaneya Îmîrcêniyê a bajarê Hewlêrê re tên şandin.
Di heqê bûyerê de yek ji wan keçan (Z.E.) got: “Me bi armanca paqijkirina malekê, madeya Tiner’ê bi kar anî. Di wê demê de ji bo xwarina sibehê me ocaxa xwarinê vê xist. Ji ber ku madeya Tinerê madeyeke xeternak e, agir girt û em jî şewitîn.”
Çavkaniyeke nexweşxaneyê di heqê rêjeya şewata wan du keçan de got: “Rêjeya şewata Z’yê ji%32 ye û metirsiya li ser jiyana wê nemaye. Lê belê J. Bi rêjeya ji%82 şewitiye. Lewre metirsiya mirina wê tê kirin û heta niha di bin kontrola hûr a dixtoran de ye.”
Ew du keç ji bakurê Kurdistanê ne û akinciyên Kempa Mexmûrê ne. Di şîrketeke paqijkirina malan a bi navê H.K de kar dikin. Warvînê li ser vê bûyerê peywendî bi şîrketa navborî ve kir, lê amade nebû tu daxuyaniyekê bide.
Li gor amara nexweşxaneya Îmêrcênsî a bajarê Hewlêrê, tenê di tîrmehê de li bajarê Hewlêr û derdora wê 24 jin bi şêwazên cuda şewitîne.
(Warvîn)