Polîtîk

Husên: Kî nêzî bernameya me be hevpeyman ewe

Birêz Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê di derbarê pêşketinên pêvajoya siyasiya Iraq û Kurdistanê û serdana birêz Nurî Malikî Serokê Fraksiyona Dewleta Yasa ya Kurdistanê, hevpeyvînek li gel televizyona Kurdistanê pêkanî û eve jî naveroka wê hevpeyvînê ye:

– Li civîna rojnamevaniya Serok Barzanî û Nurî Malikî de behsa nexşeyek ji bo rizgarbûna ji wan tengasiyên Iraqê û dirustkirina Hikûmeta nû hate kirin, gelo ew nexşe çiye û hêlên wê nexşeyê bi giştî çine?

– Bêguman ku du alî ji bo guftugo rudinin û behsa pirsên Iraqê tê kirin ew pirsên ku niha heye, wekî li Bexda pirsa damezrandina Hikûmeta nû, bêguman her aliyek ji bo çawayiya damezrandina hikûmeta nû li welat planekî taybetiya xwe heye, êdî li vê hevdîtinê jî behsa wan du planan hate kirin ku ji aliyê her du aliyan ve xistin rû û li gelek xalan da heta radeyek nêzîkî hevdû bûn.

– Herêma Kurdistanê ezmûnekî çar salî li gel Nurî Malikî wekî Serok Wezîr heye, niha Malikî wekî Serokê Fraksiyona Dewleta Yasa çawa temaşa bernameya Herêma Kurdistanê dike an ew bernameya ku wî bi xwe heye û xistiye rû çi cûdahiyek heye li gel bernameya çar saliya berê?

– Bêguman ku ew çar sal Serok Wezîr bû komek babet li navbera her du aliyan da hebû hinek ji wan hevkar bûn û hineke din jî pirsgirêk jê‌ dirûst bû û pirsgirêk jî bi eşkere hatin ragihandin û xelk bi giştî dizanî bi pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêr çine, lê belê niha rewşeke nû hatiye pêş û ji komek xalan pêkhatiye. Yek hikûmetekî nû ye, duyem çar lîste heye ku serketiyê hilbijartinê ne lê belê her yek ji wan lîsteyan nikarin bi tenê hikûmetê pêkbînin û du lîstê mezin ku dikarin pêkve hikûmetê dirûst bikin wate El Iraqiye û Dewleta Yasa, ew jî xwedî nakokî û pirsgirêkeke mezinin û ew pirsgirêka ku li navbera El Iraqiye û Dewleta Yasa de heye, hem pêwendî bi meseleya desthilat û hem jî pêwendî bi meseleya bernameya her du aliyan de heye. Li aliyeke din ve ew lîsteyê dinê Şî’e ku heye ew jî xwedî pirsgirêkin li gel Dewleta Yasa pirsa wan jî pêwendî bi meseleya desthilat ve heye. Li navberê de eger du lîste nikarê‌ yek bigrê‌ wateya wê eweye li navbera wan de hevsengî nagûherê eger hevsengiyê jî neguherê birastî hikûmet dirûst nabê. Wate kî‌ bikarê hevsengiyê bigûherê bêguman lîsta îtîlafa kutleyê Kurdistaniyan wate partiyên siyasiyên Kurd dikarin vê hevsengiyê bigûherin. Wate her lîsteyek hevpeyman bê li gel lîsta Kurdistanî wateya wê eweye rê li ber wî vedibe ku hikûmetê dabimezrênê an jî rê ji bo wî vedibe ku lîstekî sêyem li gel wan beşdar bibê. Ji bo vê yekê hemû aliyek hewl didin li gel hêzên siyasiyên Kurdistanî hevpeyman bin an jî nêzîkî Kurd bibin. Ji bo vê mebestê ji niha ve Dewleta Yasa hatiye pêş, Dewleta Yasa dixwazê li hikûmetê de bimînê, lê belê li gel lîsta El Iraqiye pirsgirêka xwe heye û li gel lîsta hevpeymaniya nîştîmanî ku ew jî lîsteyekî Şî’eye pirsgirêkeke xwe ya mezin heye. Wate kî‌ dimînê li grupê de? Êdî têne ber hevpeymaniya kevin ew hevpeymaniya li berê de li navbera her du aliyan de hebûye ku hêzên siyasiyên Kurdistane. Lê belê hêzê siyasiyên Kurdistanî an jî kutleya Kurdistanî bernameya xwe heye û wê bernameyê jî dixe ber çavan. Êdî ku bername xiste pêş çavan her aliyeke ku hevbendiyê bike li gel wê bernameyê an jî nêzîkî wê bernameyê bibe divê li gel wî kar bike. Ji bo wê yekê dibînim ev danustandina li gel lîsta Dewleta Yasa hengaveke berev pêş û hengaveke ji bo damezrandina hikûmeta nû ya Iraqê.

– Wate projeyek li navbera Dewleta Yasa û hevbendiya fraksiyona Kurdan heye ku nêzîkî hevdû bibin an çi nebê bigihin danustandinek ku zêdetir nêzîkî hevdû bibin.

– Li rastiyê da hevbendiya Kurdistanî ji bo danustandinê projeya xwe heye eve jî demeke ku şanda Kurdistanî çûbû Bexda bi proje ve çûbûn. Lê belê pirsgirêk ewe bû heta niha li Bexda danustandina rasteqîne nebûye. Bi dîtina min eve yekem hengave ji bo danustandina rasteqîneya li navbera lîsteyên Iraqî li gel Kurd. Heta niha hemû pirsgirêkên li Bexda ji bo wê yekê bûye ku kî‌ bibê Serok Wezîr û kî nebê Serok Wezîr, başe El Iraqiye berbijêrê xwe ji bo Serok Wezîr heye, Dewleta Yasa jî berbijêrê xwe heye û listeyên dinê Şî’eyan jî berbijêrê xwe hene. Bi vî awayî jî negihiştin encamê ji ber ku pirsgirêk li cem wan li ser kursiya Serok Wezîr bû lê belê li cem Kurd pirsgirêk ne li gel kursiya Serok Wezîre, raste Kurd berbijêrê xwe ji bo posta Serok Komar heye û eve jî li runiştinan û li hemû cîhek bi eşkere tê behs kirin lê belê wekî ku me got ji bo danustandinê Kurd bernameya xwe heye. Niha jî yekem care ku em gihiştine wê qonaxê ku behsa bernameyê bikîn. Bi nêrîna min êdî ku lîsteyê li Bexda ji bo guftugoyê runin bi hevdû re dibêjin bernameya we çiye û her aliyek bernameya xwe dixe li ser mêzeya danûstandinê û li ser bingeha wê bernameyê dibe ku hevpeymanî dirûst bibê.

– Heman demî de li gel serdana Malikî pêwendiyekî telefonî li navbera Serok Barzanî û Joseph Biden Cîgirê Serok Komarê Emerîka hebû. Gelo li ser asta navdewletî çi gûherîn li prosesa siyasiya Iraq û çareseriya pirsan de heye?

– Ew pêwendiya telefoniya Cîgirê Serokê Emerîka li gel cenabê Serok Barzanî roja berî wî bû. Bêguman dosyeya Iraq li Emerîka li cem Cîgirê Seroke û ew bi berdewamî dûvdaçunên xwe ji bo pêvajoya Iraqê dike. Ew pêvajoya Iraqê li ser derbas dibe ji bo Emerîka pêvajoyeke aloze û ne baş e ku eve pênç mehan zêdetire hilbijartin qediyaye û hikûmet nehatiye dirûst kirin û tenê danustandin destpê nekiriye ji bo wê yekê metirsiyek ketiye dilê wan ku eger hikûmet danemezrê wateya wê eweye pirsa ewlehiyê û pirsa siyasî dirust dibê‌, ji bilî wê jî pirsa siyasî dirûst dike ji bo vekişana hêzên Emerîka li Iraq. Her wiha ji bo rewşa stratejî. Ji bo wê yekê em dibînîn Emerîkî gelek girîngiyê bi vê pêvajoyê didin û Jo Biden bi xwe hat Bexda û ku li Bexda bû pêwendî hebû li gel cenabê Serok. Wê demê birêz Serokê Herêm li Qahîre bû, ez bawerim ew peywendiya telefoniya vê carê jî pêwendî hebû bi vê kombuna dawiya Serok Wezîrê Iraq ku hate vir, wekî ku min got dosyeya Iraqê li cem Jo Bidene û ew jî hewl dide ev hêz, hêza El Iraqiye bê an Dewleta Yasa an jî hevbendiya Kurdistanî bê bikarin pêkve danustandinê bikin û bikarin pêkve hikûmetekî nû‌ dabimezrînin.

– Pêşbîniya cenabê we ji bo her yek ji wan berbijêrên ku xwe ji bo posta Serok Wezîr eşkere kiriye çiye?

– Birastî eve pirsiyarekî zehmete, lê belê pêwendî heye bi wê hevpeymaniya ku me behs kir. Eger hat û hevpeymanî li navbera her du lîsta Şî’eyan dirust bû, wê demê li gor nêrîna min ne dure berbijêrekî nû bête pêş berbijêrek ku jêra dibêjin berbijêrê hevbendî li navbera her du aliyan de, lê belê eger ew hevpeymanî dirûst nebêt li navbera her du aliyên Şî’e wate El Iraqiye û Dewleta Yasa, wê demê bi nêrîna min Malikî şanseke xwe yê zêdetir dibê, û eger hevpeymaniyetiyek li navbera wan du aliyên Şî’e û Hevpeymaniya Kurdistanî dirust bû wê demê li ser bernameyê dimîne ku ew jî bernameya hevpeymaniya Kurdistanî bandoreke xwe yê zêde heye û ew bernameya her du aliyan qebul bikin an her aliyek qebul bike bi nêrîna min ew kes dibê Serok Wezîr.

Back to top button