Polîtîk
Rakirina parêzbendîya parlamenteran, şiddetê û bêçareserî yê kûrtir dike!
04/05/2016
Rakirina parêzbendîya parlamenteran, şiddetê û bêçareserî yê kûrtir dike!
Piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê, bayê şiddeta ku li bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê peyda bû bi encamên xerab her berdewam dike. Fezlekeyên hin parlamenterên HDPyî bi behaneya hin beyan û çalakîyên wan, ji bo rakirina parêzbendîya wan şandin Meclisa Tirkîyeyê. Reşnivîsa ji bo guhertina Qanûna Bingehîn a ji bo rakirina parêzbendîyê bi dengên AKP, CHP û MHPyê ji Komusyonê derbas bû. Pir aşîkar e ku armanca fezlekeyan siyasî ye. Ji beyan û muneqeşeyan tê fêmkirin ku di warê rakirina parêzbendîya HDPyîyan de di navbera AKP, CHP û MHPyîyan de “lihevkirineke neteweyî” çêbûye. AKP ku di warê çareserîya pirsa kurdî de naxwaze tu gavekê biavêje û çareserîyê tenê di şiddet û berfirehkirina “tedbîrên asayişî” de dibîne, bi piştgirîya MHPyê dixwaze HDPyîyan ji Meclîsê bi dûr xe, CHP jî li defa wan dixe. Wekî tê zanîn, di 4ê Adara 1994an de hin parlamenterên DEPyî bi zorê hatibûn girtin û cezayên giran dabûn wan.Lê vê yekê da nişandan ku xetimandina siyaseta sivîl, bêdeng kirina parlamenterên xwedî bîr û bawerîyên cihê, hem bêçareserî ye û hem jî şiddetê berfirehtir û kûrtir dike û di civatê de birînên kûr vedike. Ew ê dîsa wekî wê carê be! Di şerê ku Dewleta Tirk di Tîrmeha 2015an de dest pê kir û PKKê jî bi siyaseta xwe ya xendekan, bahaneya dewletê kûrtir kir, rê jê re xweştir kir de armanceke esasî jî ew bû ku zemîna xebata siyasî ji holê were rakirin û texrîbkirin. Şer û pevçûnên qewimî daye nîşandan ku gelek destkevtin û qezencên siyasî di vî warî de zerar dîtinin. …
Pêwendiyên Kurdistan û Îranê çewe dibe
03/05/2016
Pêwendiyên Kurdistan û Îranê çewe dibe
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja Sêşem 3-5-2016 pêşwaziya Hesen Danayîfer Balyozê Komara Îslamiya Îranê li Îraqê û şandeka pê…
Gundê Beşîr bi ferman û piştgiriya Serok Barzanî hat rizgarkirin
03/05/2016
Gundê Beşîr bi ferman û piştgiriya Serok Barzanî hat rizgarkirin
Berpirsê Yekeya 70 ya Hêzên Pêşmerge ragihand ku pilana azadkirina gundê Beşîr serkeftî bû. Herwiha da zanîn ku wan bi…
Rewşa Iraqê bi hesanî normal nabe
03/05/2016
Rewşa Iraqê bi hesanî normal nabe
Li bajarê Hewlêrê civata wezîrên herêma Kurdistanê di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurtdistanê de civiya û civînê serkeftina…
Civîna Nûnerên Ciwanên PAKê li Amedê Lidarket
03/05/2016
Civîna Nûnerên Ciwanên PAKê li Amedê Lidarket
Nûnerên Ciwanên PAKê roja 01.05.2016an li Amedê li navenda Giştî ya PAKê civîna xwe lidarxistin. Ji gelek bajarên Kurdistanê û Tirkîyê 50 nûnerên ku temsîla ciwanên bajaran yên PAKê dikirin beşdarî civînê bûn. Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik , Cîhgirên Serokê Giştî Dr. Salih Özgökçe, Mehmet Gül, Endama Komîteya Birêveberîya Navendî Serap Aldemir û endamê meclîsa PAKê Mirza Akar jî beşdarî civînê bûn. Civîn bi rêzgirtina şehîdên Kurdistanê destpêkir. Paşê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik , bixêrhatina nûnerên ciwanan yên Teşkîlatên PAKê kir. Mustafa Özçelik, di destpêka axaftina xwe de weha got: ’’Ev civîn û beşdarîya ciwanên PAKê , nîşana berhemdayîna xebatên PAKê yên ji damezrandinê heta nuha ne. Ez gelek kêfxweş im ku êdî ciwanên PAKê hêdî hêdî rêya girseyîbûnê vedikin. Em dixwazin di kongreyên me yên pêş de, hûn bibin xwedî û rêveberên PAKê. Û jibo ku ev pêk bê çi pêwîst be emê bikin.’’ Mustafa Özçelik di axaftina xwe de behsa girîngî û pêwîstîya hebûna PAKê li bakurê …
ji bo xwepeşandana 14. Gulanê li Kölnê
02/05/2016
ji bo xwepeşandana 14. Gulanê li Kölnê
BANGEWAZÎji bo xwepeşandana 14. Gulanê li KölnêÎsal sed salîya Peymana SYKES-PICOT’e. Wek ku tê zanîn di 16. Gulana 1916’an di…
1ê Gulanê êrîşê ala Kurdistanê kirin
02/05/2016
1ê Gulanê êrîşê ala Kurdistanê kirin
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê cejna karkera hate pîroz kirin.Ji bilî HDPê hemû aliyên din yên kurda bi ala Kurdistanê…
Demirtaş, Cemil Bayik rexne dike
01/05/2016
Demirtaş, Cemil Bayik rexne dike
Selahatin Demirtaş hevserokê HDPê, di vê dema dawî de ji derê siyaseta Qendil diaxêve. Gelek cara hinek berpirsê HDPê ji…
PDK amadeye digel her aliyek siyasî li Kurdistanê danûstandinan bike
29/04/2016
PDK amadeye digel her aliyek siyasî li Kurdistanê danûstandinan bike
Serowezîr Barzanî bersiva pirsên rojnamevanan daSerokwezîr got ku, ya ku li bajarê Duzxormatu qewimî tiştekî naxweş bû û niha hikûmeta herêma…
Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Geşepêdana Tirkiyê kir
29/04/2016
Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Geşepêdana Tirkiyê kir
Li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê pêşwaziya Cevdet Yilmaz Wezîrê Geşepêdana Tirkiye û şandekî li gel kir ku ji Faruk…
Biden giha Hewlêr û li gel serok civiya
29/04/2016
Biden giha Hewlêr û li gel serok civiya
Li bajarê Hewlêrê Mesûd Barzanî Herêma Kurdistanê pêşwaziya Joe Biden Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka û şandekî li gel kir ku…
Japon konsulxaneya xwe li Kurdistanê vedike
27/04/2016
Japon konsulxaneya xwe li Kurdistanê vedike
Serokwezîrê Herêma Kurdistanî Nêçîrvan Barzanî roja Sêşem 26-4-2016 pêşwaziya Fiyomo Îway Balyozê Japonê li Îraqê û şandeka pê re kir.Li…
Serokwezîr, daxwazê ji civaka navdewletî dike behtir alîkariya Kurdistanê bike
27/04/2016
Serokwezîr, daxwazê ji civaka navdewletî dike behtir alîkariya Kurdistanê bike
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Dr. Emîn Ewad Berpirsê Giştiyê Komîsiyona Bilinda Penaberên Neteweyên Yekgirtî UNHCR bo Rojhilata Navîn…
Austria rêzê ji xebata gelê Kurdistanê û Pêşmerge digire
27/04/2016
Austria rêzê ji xebata gelê Kurdistanê û Pêşmerge digire
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nîçîrvan Barzani , Dr. Mîshêl Dêsêr Balyozê Austria li Îraqê û şandeka pê re kir.Her wiha behsa…
Siyaseta xendeqa ne rast e
26/04/2016
Siyaseta xendeqa ne rast e
Firat Anli hevserokê şeredariya mezin a Diyarbekir, di konferansekî de axavtinek kir. Anli di axavtina xwe de behsa kolana xendeqa…