CîhanPolîtîk

Japon konsulxaneya xwe li Kurdistanê vedike

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanî Nêçîrvan Barzanî roja Sêşem 26-4-2016 pêşwaziya Fiyomo Îway Balyozê Japonê li Îraqê û şandeka pê re kir.Li hevdîtinekê behsa rewşa siyasî ya deverê bi giştî û Herêma Kurdistanî bi taybetî kirin û bal kişandine ser pirojeyên Japon ji  bo yarmetîdana Îraqê, bi taybetî yên ku li Herêma Kurdistanî hatine bi cih anîn, yan berdewam in. Her wiha pêdagirî li ser berdewam bûna alîkariyên Japonê ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê hate kirin.Balyozê Japonê xuyakir hikûmeta welatê wî niha tenê konsulxaneya şanaziyê li Herêma Kurdistanê heye, biryar daye li pêşerojê konsulxaneya giştiya welatê xwe li Hewlêra paytextê Herêma Kurdistanê  bi fermî veke.Her du aliyan behsa rewşa siyasî û gavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo reformê kirin. Serokwezîr derbarê vê pirsê amaje bi vî yekê da ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek cidî ye û pêwîstî bi alîkariya hemû aliyekê heye, bi taybetî ku reform li ser bingeheka zanstê ye, û hikûmet li ser hewlên xwe berdewam dibe. Her wiha spasiya welatê Japonê jî kir ku li çarçoveya pirojeyên xwe li Îraqê, Herêma Kurdistanê jî li ber çav girtiye. 

Back to top button