Civak

Pêwîste Pêşmerge xelkê Xurmatû biparêze

Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî di derbarê bûyerên li Xurmatû rû didin daxûyaniyek ji bo REaya Giştî ragihand. Serok di peyama xwe de dibêje: Pêwîste hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bergiriyê li xelkê navçeyê bike. Peyama serok Barzanî: Bi navê xwedayê mezin û dilovanRûdanên çend rojên derbasbûyî yê bajaroka Xurmatû ku bûye sedema girjî û nearamiya li vê bajarokê, cihê dilgiraniya me ye. Gelek eşkereye ku hinek kes û aliyên ku berê jî çavkaniya girift û fîtneyê bûne, niha jî bi navên nû, destê wan bi anîna kêşe û fîtnegêriyê da heye û dixwazin şer û dûberekî li nav xelkê nîştecihê navçeyê û pêkhatan de dirust bikin.Gelek bi mixabinî li encama van rûdanan de hejmarek hemwelatî û Pêşmerge şehîd û birîndar bûn, serxweşiyê li kesukarên şehîdan dikim û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazim. Daxwazê ji berpirsên Herêma Kurdistanê û Fermandeyên Pêşmerge dikim ku li gel aqilmendên nav Heşd, ewên ku dijî fîtneyê ne bikevin nava diyalog û guftûgoyê, bo ku rê li wan kesan bigrin ku dixwazin agirê şer û fîtneyê hilgîrsênin û bexteweriya xelk û pêkhatên navçeyê têkbidin.Pêwîste hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bergiriyê li xelkê navçeyê bike û rê jî li hemû destdirêjiyeke li ser mal û mulkê hemwelatiyan û nîştecihên Xurmatû bigrin.Mesûd BarzanîSerokê Herêma Kurdistanê26.04.2016

Back to top button