
Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, li gel hejmarek ji serkirde û berpirsên bilind ên welatên herêmê û cîhanê li Dohaya paytexta Qeterê, beşdariya rêwresma şîna Şêx Hemed Bin Xelîfe Al Sanî, Mîrê berê yê dewleta Qeterê kir û ji aliyê rêzdar Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî, Mîrê Dewleta Qeterê ve hat pêşwazîkirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî bi navê xwe û Herêma Kurdistanê, sersaxî, hevxemiya xwe ya kûr û hevsoziya xwe pêşkêşî rêzdar Mîrê Dewleta Qeterê û malbata serwer û gelê Qeterê kir û hêvî xwest ku Xwedayê mezin giyanê koçkirî bi rehm û dilovaniya xwe şad bike û aramî û hedarê bide hemûyan.
Ji aliyê xwe ve, rêzdar Mîrê Qeterê spasî û rûmetên xwe pêşkêşî rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê kir ji bo amadebûn û beşdariya wî di rêwresma şînê de, herwiha hevxemiya Herêma Kurdistanê bi dewleta Qeterê re bi bilind nirxand.

Parve bikin li ser


