Polîtîk

Rewşa Iraqê bi hesanî normal nabe

Li bajarê Hewlêrê civata wezîrên herêma Kurdistanê di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurtdistanê de civiya û civînê serkeftina operasiyona pêşmergeyê Kurdistanê ya azadkirina gundê Beşîr ji bin destê terorîstên DAÎŞ pîroz kir, sersaxî li malbatên şehîdên operasyonê  kir û hêviya çakbûnê ji bo birîndaran xwest.Serokwezîr behsa rewşa Îraqê û bûyerên Bexdayê kir û got ku, rewşa siyasiya Îraqê gelek aloze û zehmete ew rewş bi hêsanî normal bibe û dibe ku guhertinên mezintir li pey xwe bîne, û yekhelwestî û hevgirtina nûnerên herêma Kurdistanê li parlamnetoya Îraqê li hember bûyerên dawiyê li Bexdayê bilind nirxand.Barzanî behsa serdanan dawiyê ya şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê bo Bexdayê û civîna digel wezîrê derve yê Amerîkayê û berpirsên din yên Îraqê kir û got ku wan di civînên xwe de bi zelalî ji berpirsên îraqî re gotiye ku, herêma Kurdistanê hest nake di desthilata Îraqê de hevbeş e û li dor civîna digel wezîrê derve yê Amerîkayê jî, serokwezîr got ku, Amerîka soz daye ku ew dê li ser piştgirî û alîkarîkirina leşkerî û darayî ji bo herêma Kurdistanê berdewam be.Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr, di civînê de, behsa serdana vê dawiyê ya şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê bo Amerîkayê kir û got ku, şandeyê rewşa herêma Kurdistanê ji berpirsên Amerîkayê û berpirsên Bankaya Navdewletî re zelal kir û behsa xebatên hikûmetê yên ji bona derbasbûn ji kirîza darayî û pilana çaksaziyê a hikûmetê kir  û Amerîka û Banka Navdewletî jî amadeyîya xwe ji bo piştgirî û hevkarîkirina herêma Kurdistanê nîşan daya.Talebanî got:- Berpirsên Amerîkayê zaniyarî li ser pêngav û xebatên hikûmeta herêma Kurdistanê yên di ware rêxistina xerciyên giştî û pirojeyên çaksaziyê di sektora êkonomî û pêşxistina şefafiyê de hebûn. Van gav û xebatên hikûmetê ji bona ku Amerîka bigehe wê baweriyê û di ware darayî de û bi taybetî, hevkariya pêşmerge bike, rolek ber bi çav hebû.Di civînê de behsa zêdetir zelalkirina dahatiniyê neftê û xerciyan hat kirin û di vî warî de serokwezîr got:-  Xebatên hikûmetê yên ji bona destnîşankirina aliyê sêyem yê serbixwe yê navdewletî ji bo kontirolkirina dahatinî û xerciyên neft û gaza herêma Kurdistanê, bi beşdariya çwar kompaniyên navdewletî yên şareza di ware neft û gazê de li cîhanê û bi piştevanî û hevkariya dîwana çavdêriya darayî li herêma Kurdistanê nêzîk bûye. Ev yek jî ji bona  pêşxistina şefafiyê di dahatinî û xerciyên neftê gaveke mezin e û li ser asta navxweyî û navdewletî bi çavekê erênî tê dîtin.Di civînê de, civata wezîran, ew gavên di warê pirsa bijênosîda naskirina dosyeya kurdên êzidî û kêmnetewe û olên din hatine avêtin, bilind nirxandin û tekîd kir ku hikûmeta herêma Kurdistanê, bi her awayî, ji bona serxistin û nasandina wê dosyeyê bi jênosîda li cîhanê berdewam dibe û di vî warî de kêmaniya nake.  Û ji bona gotûbêjkirina bijardeyên di destê hikûmetê de ne ji bona bijênosîda naskirina tawanên terorîstên DAÎŞ  û qerebûkirina qurbaniyên wan tawanan, di demek nêzîk de civîneke taybet bi vê pirês digel aliyên peywendîdar tê saz kirin.

Back to top button