CivakPolîtîk

Gundê Beşîr bi ferman û piştgiriya Serok Barzanî hat rizgarkirin

Berpirsê Yekeya 70 ya Hêzên Pêşmerge ragihand ku pilana azadkirina gundê Beşîr serkeftî bû. Herwiha da zanîn ku wan bi piştgiriya Serok Barzanî serkeftin bi dest anî.Şêx Ceifer Şêx Mistefa di daxuyaniyekê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Azadkirina gundê Beşîr riyeke sitratejîk ji hêzên Pêşmerge re vekir, ji aliyê cografîk jî bo Pêşmerge pir girîng e ji ber ku mezintirîn gund e li Kerkûkê, ji aliyê îdarî ve jî ser bi parêzgega Kerkûkê ye ku bo serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê cihê giringiyeke mezin e. Hevpeymaniya navdewletî razî nebûn wî gundî rizgar bike û hevahengiyê ligel Heşda Şeibî bike, lê bi mercekê razî bûn ku fermandarê Pêşmerge pilana rizgarkirina wî deynin û ew jî serperiştiya wê bikin.”Şêx Mistefa wiha got: “Niha Hêzên Pêşmerge li eniyên pêşî bergiriyê dikin û çeperên xwe qayîm kirine û tevahiya gund di bin kontrola wan de ye. Şevê din DAIŞê êriş kir lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û 3 kes ji wan kuştin.”Berpirsê Yekeya 70 ya Hêzên Pêşmerge wiha domand: “Hemû pêngavên pêşdeçûna Pêşmerge li ser ferman û bi haydariya Serok Barzanî bûn û heta razî neba me ti pêngav nediavêtin û haya wî ji hemû pêngavan hebû û ji me re digot bila haya we ji we hebe ji ber ku gelek mayîn li pêşiya me hebûn.” 

Back to top button