Nivîsar

Piştî vê bûyerê referanduma serxwebûnê pêwiste?

LI IRAQÊ PARLAMENTO/MECLÎS HATIYE ÎŞGAL KIRIN. GELO PİŞTÎ VÊ BÛYERÊ JIBONA KURDISTANEKE SERBIXWE REFERANDUM PÊWÎST E?İbrahim GUÇLU([email protected])Piştî ku Emerîka û hevalbendên wê mudaxeleyî Iraqê kirin û rejîma Baasê/Seddam hat hilweşandin,dewleta Iraqê jî têk çû.Bes li Kurdistanê sîstema demokratîk û dewletbûnê dimeşiya. Li Kurdistanê şer pêk nehat. Lewrarejîm hatibû tasfiye kirin.Loma jî li Iraqê hebûn û nebûna dewletê her dem di rojevê de bû.Hezar mixabin di wan şertan de, yanî piştî dewlet têk çû, mafê kurdan hebû ku dewleta xwe yaserbixwe wek miletên li Yûgoslavyeyê îlan bikin, lê nekirin.Miletê kurd li Başûrê Kurdistanê derfetek mezin revand.Encama referandûma makezagonê, di sala 2005-an de biryar hat girtin ku dewletek federe yademokratîk li Iraqê ava bibe. Yanî kurdan carek din biryar dan ku bi miletê ereb re jiyanek mişterekû wekhev ava bikin; bi hev re li Iraqê desthilatdar û serwer bin. Dewlet ne milî be.Lê dema ku ji bona dewletek federe makezagon bi referandûmê hat pejirandin; di hemandem de jibona dewletek serbixwe ya Kurdistanê referandûm çêbû, miletê kurd ji sedî nod heşt biryar da kudewleta serbixwe ya Kurdistanê ava bibe.Lê desthilatdar û partiyên siyasî yên Kurdistanê ev biryara pêk neanîn. Bi ereban re dewletek federeava kirin.Feqet li Iraqê tu wext dewlet, wek dewletek federe tevnegeriya wek dewletek milî ya edetî ya erebatevgeriya. Taybetî jî di dema hikûmeta Malîkî de dewlet, wek dewleta milî û nîjadperest ya erebtevgeriya.Ev jî bû sedem ku kurd ji bona dewletek serbixwe, bikevin nav lêgerînekê û dest bi xebatekê bikin.Di encamê de biryar hat girtin ku ji bona dewleta serbixwe ya Kurdistanê referandûm, di dawiya vêsalê de bê lidarxistin.Di bin serokatiya serokê Kurdistanê Mesud Barzanî de ev xebata didomîne.Lê li Iraqê di demek nêzik de bûyerek gelek girîng qewimî. Parlamento/Meclîs ji aliyê hevalbend ûterefterên Beni Sadir de hat îşgal kirin.Nûha hikûmet û meclîs, dezgehên dewleta federe bê mane û bê fonksiyon bûne.Loma jî jibona dewleta serbixwe ya Kurdistanê hemû şert çê/kamil bûne.Ji bona dewleta serbixwe ya Kurdistanê referandûm ne pêwist e.Di van şertan de diyarkirina/îlankirina dewleta serbixwe ya Kurdistanê mafê miletê kurd e.Divê berpirsiyarên miletê kurd vê wezîfeya xwe pêk bînin.Amed, 03. 05. 2016

Back to top button