Polîtîk

Siyaseta xendeqa ne rast e

Firat Anli hevserokê şeredariya mezin a Diyarbekir, di konferansekî de axavtinek kir. Anli di axavtina xwe de behsa kolana xendeqa dike û dibêje dewsa kolandina xendeqa me dikariya em siyasetek baştir û aşitiyane rêvebibin.

Anli di derbarê xendeqan de got: Me dikariya em xendeqan bigrin. Em vê rexneyê li xwe dikin.Me dikariya em siyasetek ji derê kolana xendeqa rêvebibin.Me ev yek nekir û ev helwesta me bû sedemê ku bi hezara insana jiyana xwe ji dest dan.

Axavtina Anli girîng e. Ji ber ku heta niha ev yekem cara berpirsek yê HDPê bi vî awayî vekirî rexna li siyaseta Xendeqa dike.

Back to top button