Li Tirkiye rojnameyên çep û xwe komunîst didin nasandin, nûçeyên derew û nerast di derbarê bûyerên Kerkûk û Tozxormatu de belav dikin.Ew bûyerên li Tozxormatu wek êrîşên Kurda li dijê Turkmen î Şîa didin nasandin.Li Tozxormatu rêxistina bi navê Hêşdî Şebî ku hemû ji Şîeyan pêktê, rêxistinek ya Hukumeta Iraqê ye. Ji bo kiryarên wan li hinek deverên Suneyên Ereb lê dijîn kesek naxwaze ew li dijê DAÎŞê jî şer bikin. Ji ber ku çetene û naxwazin bostek axa ku Pêşmerge ji DAÎŞê azad kirî bimîne di destê Kurdan de.Erîşê gundên kurda dikin û gelek xirabiyê mezin dikin. Ji bo vê yekê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hinek pêşmerge rêkirin herêmê.


