Mîranî: PDK ji lihevhatina YNK û Goranê natirse
Sekreterê polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dibêje ku ew ji lihevhatina Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê natirsin û lihevhatina YNK û Goranê dê barê PDKê sivktir û hêsantir bike, ji ber ku li şûna danûstanidn digel dû partiyan bê kiirn dê digel yek partî bên kirin.Fazil Mîranî sekreterê polîtbûroya PDK di daxuyaniyeke xwe de ji bo Rûdaw dibêje:- Eger YNK û Goran li hev bikin û rêkbikevin em dê pîrozbahiyê li wan bikin, lê ew sedemên Goran ji ber wan ji YNKê veqetiya, ew sedem hêşta hene û Goran ji nav dil û hinavên YNKê dirûst bûye.Mîranî dibêje PDK ji lihevhatina YNK û Goranî natirse:- Çima ji wê lihevhatinê bitirse, di sala 1992ê de Goran ş YNK yek rêxistin û be bi hev re kar kir, sala 1994ê, mixabin, dema şerê navxwe hebû, Goran û YNK yek bûn, Goran û YNK yek bûn û me bi hevre hikûmeta pêkanî. Eger Goran û YNK lihev bikin jib o me weke PDK hêsantir be , li şûna em danûstandina digel du partiyan bikin, du aliyan razî bikin, dê partiye yan aliyek razî bikin.Mîranî behsa nakokiyên navbera PDK û Goranê dike û dibêje divê div ê qonaxê de hemû alî hev du qebûl bikin û hev du neşkînin.