
Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi armanca beşdarbûna di civîna Hevpeymaniya Îdareya Dewletê de, li ser vexwendina wê hevpeymaniyê ber bi Bexdaya paytext ve bi rê dikeve.
Biryar e di civînê de, rewşa giştî ya Iraqê û dawîtirîn pêşhat û pêşketinên navçeyê bên gotûbêjkirin. Herwiha bernameya serdana çaverêkirî ya birêz Serokwezîrê Iraqê bo Waşîngtonê û civîna wî ligel birêz Donald Trump, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, wê mijareke sereke ya gotûbêjan be.


