
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan pêlek nû ya êrîşan li dijî Îranê pêk aniye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di çarçoveya operasyonê de bi dehan hedef hatine lêdan, ku armanca wan qelskirina kapasîteya Îranê ya êrîşkirina li ser keştîyên deryayî yên navneteweyî ye.
Li gorî CENTCOMê, êrîşan pergalên parastina hewayî, radarên peravê, şiyanên mûşek û dron û qeyikên leşkerî yên piçûk hedef girtine. Di operasyonê de balafirên şer, keştîyên şer, dronên êrîşê yên yekalî û ji bo cara yekem dronên deryayî yên yekalî hebûn.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Tengava Hurmuzê korîdorek deryayî ya girîng e ji bo bazirganiya cîhanî. Îran wê kontrol nake.”
Piştî êrîşên Amerîkayê, Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê (SUA) operasyonek tolhildanê ragihand.
Sûpaya Pasdarên Şoreşa Îranê di daxuyaniyekê de îdîa kir ku depoyên mûşekan û tesîsên sotemeniyê yên li Baregeha Hewayî ya Prens Hesen li Urdinê bi mûşek û droneyan hatine lêdan, wekî tolhildana êrîşên Amerîkayê yên li ser baregehên leşkerî yên Îranê li peravê.
Wezareta Karên Hundir a Behrêynê ragihand ku piştî ku dezgehên medyayê yên girêdayî dewleta Îranê destpêkirina êrîşên mûşekî û dronan li dijî hedefên Amerîkî ragihandin, li welêt sîrenên êrîşa hewayî hatine aktîfkirin.
Wezaretê ji welatiyan xwest ku heya ku bi tevahî ne hewce be, rêyên sereke bikar neynin û rêwerzên hêzên ewlehiyê bişopînin. Karbidestan diyar kirin ku dê talîmatên ewlehiyê yên nû werin parvekirin.


