
Rojane di derbarê rêxistina PKKê û kesayetên di siyaseta PKKê ya legal de derketîn pêş û heta radeyekî gelek di rojevê de dihatin dîtin, di dema xwe de PKKê bi xwe ew wek ajanê dewletê(Sîxûr) ragihandiye. Yek ji wan kesan jî Sirri Sakik e.
Rojnameya Serxwebûn ku wek weşana fermî ya PKKê tê zanîn, hêjmareka xwe de behsa Sirri Sakik dike û dibêje ku, Sakik sîxûr e.
Rojnameya Serxwebûnê sala 1990ê hêjmara xwe ya 3yemde, behsa Sakik dike. Rojname behsa babê Sakik jî dike û di bin sernivîsa ” Sîxûr Sakik” îdia dike ku, Sakik sîxûr e.
Lê ya balkêş ewe ku, piştî vê weşanê salekî Sakik di Partiya PKKê de dibe parlementer ş heta wek îro rolê Sakik berbiçav di nava Partiyên ku PKKê yên legal de siyasetê dike.
Veca gelo niha mirov dikare çibêje? Ya rastî ewe ku PKK hêdî kesên ku ne sîxûrin eşkere bike dê behtir bê têgihandin.



