
Serok Barzanî li ser koça dawî ya Lindsey Graham got ku nav û helwestên wî wekî piştgirekî dilsoz ê mafên rewa yên gelê Kurdistanê, dê her dem di bîra gelê Kurdistanê de bimînin.
Serok Mesûd Barzanî ji bo koça dawî ya Senatorê Amerîkayî Lindsey Graham, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê peyameke sersaxiyê belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de wiha got:
“Bi mixabiniyeke mezin nûçeya koça dawî ya dostê gelê Kurd Senator Lindsey Graham gihîşt min.
Nav û helwestên Lindsey Graham, wekî piştgirekî dilsoz ê mafên rewa yên gelê Kurdistanê, dê her dem di bîra gelê Kurdistanê de bi bilindî bimînin.”
Serok Barzanî her wiha sersaxî da malbata Lindsey Graham, hemû dost û naskiriyên wî û got:
“Ez havkara xema wan im. Rûhê wî şad be û aramiyê malbat û xizmên wî re dixwazim.”


