CîhanPolîtîk

Austria rêzê ji xebata gelê Kurdistanê û Pêşmerge digire

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nîçîrvan Barzani , Dr. Mîshêl Dêsêr Balyozê Austria li Îraqê û şandeka pê re kir.Her wiha behsa rewşa siyasî û asayişa Rojhilata Navîn bi giştî, Îraq û Surya bi taybetî kir û amaje bi vê yekê da ku welatê wî û Ewropa rêzê ji xebata gelê Kurdistanê û Pêşmerge digirin ki bi xwîna xwe berhingarê terorê bûne û devera xwe ji  metirsiya terorê parastine. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê sipasiya vê serdanê kir û hêvî xwest ku serdan û hewilên bi hêzkirina têkiliyên du alî berdewam be. Li dû re behsa rewşa Herêma Kurdistanê kir, bi taybetî qeyrana darayî û şerê dijî terorê û hembêz kirina hijmareka zêdeya penaber û koçberên destê terorê. Nêçîrvan Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe, hêvî xwest civaka navdewletî bi awayekê pitir alîkariya gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Pêşmerge û koçber û penaberan bike. Her wiha spasiya Hikûmeta Austria kir ji bo alîkarî û hemahengiya ku heya niha li wan waran kiriye û hêvêya berdewamiya wan alîkariyan xwest. Her du aliyan li dawiyê bal kişanine ser hijmarek babetên têkildar bi rewşa Herêma Kurdistanê, Îraq û deverê.

Back to top button