Polîtîk

Demirtaş, Cemil Bayik rexne dike

Selahatin Demirtaş hevserokê HDPê, di vê dema dawî de ji derê siyaseta Qendil diaxêve. Gelek cara hinek berpirsê HDPê ji derê siyaseta Qendil a şer diaxêvin. Lê di encam de dema ji Qendîl bala wan bi awayekî tê kişandin, ji gotina xwe vedigerin..Lê vê carê taybet pîştî şerê nava bajarên Kurdistana Bakur, HDP taybetî Demirtaş dizanê ku ev şer xusarek mezin daye kurda û partiya wî bi xwe. Gelek vekirî ev şer ne di xema Yuksekdag yan jî Kurkçu de ye. Ew li ser xwîna zarokên kurd siyasetê dikin.Li Amerika Demirtaş dibêje: Em banga PKK ya ku dibêje emê şer berfireh bikin rexne dikin.Herweha Demirtaş dibêje: Daxuyaniyên serokkomar û serokwezîr dide kifşkirin ku dê şer berfirehtir bibe. Ev yek dibe sedemê metirsiyekî.Cemil Bayik di daxuyaniyek ya xwe de dabû kifşkirin ku, emê şer li Tirkiye berfirehtir bikin. Demirtaş vê yekê rexne dike û vê bi dengek bilind dibêje.Bê guman eger Demirtaş li gotina xwe xwedî derkeve û helwest a PKKê ya ne rast rexne bike, dê siyaseta HDPê de pêvajoyek nû destpê bike.Ji aliyek din dê di nava HDPê de çend parlementer li pişt gotina Demirtaş bisekinin û li gotina Demirtaş xwedî derkevin. Ev jî cihê pirsê ye.Gelek caran hatiyê gotin, ev şer ne şerê kurda ye. Ji zererê pêve ev şer tu menfaet nedaya insanek kurd. Herweha tu armanca vî şerî ji bo kurdan tuneye. Dawiya vî şerî malwêraniya kurda ye. Bajarên wek Şirnex bi temamî hate xirab kirin û rûxandin. Ji Şirnek 70 hezar hemwelatî koçber bûne.Zêdeyî 400 hezar kurd ji malên xwe bûne. Li deriyê xelkê bûne penaber.

Back to top button