Civak

Hikûmet: Karker stûna serke ya civakê ne

Hikûmeta Kurdistanê roja yekê gulanê, roja karkerên cîhanê, li tev karkerên Kurdistan û cîhanê bi germî pîroz dike.Hikûmet di peyama xwe de dibêje ku, ev roj, di dîroka hemû karkerên cîhanê de, ji bona parastina maf û daxwazên xwe, xaleke pirşingdar e. Karker stûneke sereke ya civkê ne û çîna xwedî ked û berhemanîne ye li welêt:- Karkerên Kurdistanê roleke giring û bi bandor li ser pirosesa avadankirin, binyatdanan û geşepêdana Kurdistanê de heye. Hikûmeta herêma Kurdistanê, weke her katagoriyeke din a hevwelatiyan, bi giringî di xema bicîanîna maf û daxwazên karkeran de ye û ji bona baştirkirina jiyan û zêdetir peydakirina derfetên kar û xizmetgozariyan û mafên giştiyên karkeran, kar dike.Hikûmeta Kurdistanê, tevî bilindnirxandina kar û xebatên Sandîkaya Karkerên Kurdistanê, em hêvîdar e ku, ew zêdetir di xizneta daxwazî û mafên karkerên Kurdistanê de be û bi awayekî medenî û qanûnî li ser xebat û tekoşîna xwe berdewam be:- Saktora taybet, bi hevkariya hikûmetê, zêdetir maf û daxwazên karkeran li ber çavan bigire û li hember pêdawîstiyên karkeran û atmasfer û jîngeha kar, di asteke minasib, saxlem û modern de, bi berpirsiyariya xwe ya serke bizane.

Back to top button