Cîhan

Parlamentoya Îraqê ket destê xwepîşanderan

Li ser banga Muqteda Sedir serokê tevgera Sadir li îraqê, endam û alîgirên wê Tevgerê li meydana Tehrîr li Bexayê li dijî gendeliya hikûmeta Îraqê xwepêşadan kir û piştre xwepêşanderan ber ê xwe da avahiya parlamnetoya Îraqê û hemû astengiyên emnî derbas kirin û ketin nav avahiya parlamentoyê.Piraniya parlamenteran karîn xwe xilas bikin û ji parlamentoyê derkevin lê hindek parlamento ketin destê xwepêşanderan û ew hatin desteser kirin.Parlamenterên kurd, ji bilî sê parlamenteran, yên din hemûyan xwe gihande firokexaneya Bexdayê û ber bi Hewlêrê hatin.Li gor agahiyan ew sê parlamenterên kurd ku li bexdayê amne bi selametin.Bexda hemû ketiye di amadebaşitê de û hêzên emnî li hemû cade û kolanan belavbûne û tirsa wê yekê heye ku xwepêşander dest deynin ser avahiya civata wezîran û avahiyên din yên hikûmeta li devera Kesik li Bexdayê.Rewşa îrawê ji aliyê siyasî û emnî veber bi aqarekî gelej taluke diçe û dibe bûyerên gelek nexweş biqewimin.

Back to top button