Heftiya siyasî ya li Almedalen her berdewam e û bernameya vê salê bi hejmara çalakiyan rekord şikandiye. Di bernameya îro de jî komdyenê kurd Özz Nûjen bi şowa xwe ya siyasî ya biken ”serokwezîr Özz Nûjen” cî digire. Wî bi qesd bernameya xwe xistye heman dema ku serokê partiya Demokratên Swêdê, Jimmi Åkesson axaftina xwe li ser şanoya Almedalenê pêşkêş dike.