Polîtîk

Civîna parlamentoya Îraqê bi şeredev bi dawî hat

Îro parlamantoya Îraqê yekemîn civîna xwe ya piştî hilbijartinan encam da û viyabû di civînê de serokê parlamentoyê, serokwezîr û serokomarê Îraql bên destnîşan kirin û hilbijartinê, lê civîn bi şeredevê navbera parlamenterên kurd û parlamenterên Malikî bê encam bi dawî hat.

Piştî serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî weke endamê parlamentoyê sûnda qanûnî xwarî, Necîbe Neçîp endam parlamnetoya Îraqê a ser bi Partiya Demokrata Kurdistanê ve heqê axaftina wergirt û daxwaz ji Nurî Malikî kir budceya herêma Kuditanê bişîne û meaşê karmendên hikûmeta Kurdistanê bide ku, ev zêdetir ji şeş mehan e ji aliyê hikûmeta Îraqê ve hatine birîn. Piştî vê daxwazê, çend parlamenterên ser bi Malkî ve bi dengek bilin, bêy mafê axaftinê werbigirin, êrîşî ser serokatiya herêma Kurdistanê kir û kurd bi hevalên DAÎŞê tawanbar kirin, parlamenterên kurd  ji hola civînê derketin.

Back to top button