Bi kurdî doza zimanê kurdî bikin
Dema partiyek, dezgehek yan jî kesayetek daxwaziyekî bike yan jî destxistina babetekî ji xwe re bike armanc, ji berî her tiştekî mirov dixwaze baweriyê bi cidîyeta wan bîne. Eve demek e pirsa zimanê kurdî û bi piralî di sere rojeva siyasî deye. Ji berî niha min nivîsek ya xwe de behsa partî û dezgehên kurdî kirîbû. Ew rexne kiribûn ku ji bo çi hertiştên wan bi xwe tirkiye .
Di di doza KCK-ê de girtiyan xwestin bi kurdî parastina xwe bikin û ev yek ji aliyê dadgehê ve nehat qebûl kirin. Helwesta girtiyên KCK-ê raste û dixwazin zimanê xwe kar bînin. Ji xwe piştî dadgehê gote nabê ku bi zimanek biyanî û nenas parastin bête kirin, daxwaziya girtiyên KCK-ê di vî warî de hêjî rastir û bi nirxtir bû.
Lê em ji aliyek din li rewşa BDP-ê binêrin. Di rastiya xwe de, di serî de BTP û hemû partiyên kurdî û herweha dam û dezgehên kurdî pêwiste ji xwe destpê bikin. Heta ew ji xwe destpênekin bawerî bi cidîyeta wan naye. Bila serok û berpirsên BDP-ê di xwepêşandanan û daxuyaniyên didin de zimanê kurdî kar bînin. Bila kar û barên xwe yên siyasî û rojanê kêmasî li Kurdistanê bi kurdî bikin. Bila malên xwe de li gel zarokên xwe kurdî kiset bikin.
Parlementer û berpirsên BDP-ê yên ku kurdî nizanin bila li Kurdistanê bi zimanê tirkî bi navê partiyê kiset nekin . Eger BDP bi xwe destpê nekê û her tiştên xwe bi kurdî nekê û ew bi xwe kurdî kiset nekin bawerî li cidîyeta wan nayê. Dema civînek ya dezgehêkî yan jî partiyek kurd li Diyarbekir yan jî deverek din ya kurdistanê çêdibe ji bo çi zimanê tirkî tê karanîn? rastî mirov bi vê yekê tê nagihe.
Berê xwe bidinê, BDP û hinek dezgehên din ji bo pişgiriya parastina girtiyên doza KCK-ê bi kurdî bikin, gelek çelakî darxistin. Lê mixabin di piraniya van çelakiyan de bi zimanê tirkî kiset kirin. Kêmasî divê çelakiyên pişgiriya zimanê kurdî bi kurdî be.
Gelo dema parlementerê BDP-ê Bengî Yildiz di gruba partiya xwe de çend gotin kurdî gotin çend parlementeran kurdî fam kirin ku Bengî çi got. Kesek zorê nakê ku dezgehên kurdî û partî û rêxistinên kurd bi civînên xwe de û weşanên xwe de û zimanê di nav xwe de kartinin tirkî be. Yanî heta kurd bi xwe zimanê xwe karneynin, bihayekî mezin nedin zimanê xwe, daxwaziyên ji bo zimanên xwe dikin dê gelek cidî neyê girtin.
Divê ji berî herkesekî parlementer û berpirsên BDP-ê yên kurdî nizanin xwe hînê zimanê kurdî bikin. Heta hîn nebin bila bi tu minasebetekî de li Kurdistanê kiset nekin. Partî û dezgehên din hemî jî bila jiyana siyasî li Kurdistanê zimanê kurdî kar bînin.Bila zanîna zimanê kurdî ji bo hinek postên rêxistinî bibe pîvanek.
Dema siyasetmedarên kurd li Kurdistanê di nav kurdan de bi zimanê tirkî parastina karanîna zimanê kurdî dikin û wê daxwaziyê ji xelkê dikin ev di rastiya xwe de şermezariyeke.
Li Bakurê Kurdistanê di van 3-4 salên dawî karanîna zimanê kurdî di nav kurdan de berpêşve çûye. Eger herkes berpirsiyariya xwe li malê pêkbîne û belav bike dê kisetkirina kurdî belavtir bibe. Bila kurd bi xwe karanina zimanê kurdî bikin pêwistiyek.
21.10.2010
Dara Bilek