Daxwaza yekitiya kurdên Bakur
Yilmaz Çamlibel bi silavdayîna beşdaran dest bi axavtina xwe kir û axavtina xwe wisa domand:
“Wekî tê zanîn berê 3-4 mehan li ser banga KOMKAR dîsa li Kölnê di derheqa guherînên makezagona Tirkiyeyê de civînêk pêk hatibû. Dawî ew civînê de komîsyonek pêk hat û ew komîsyon ew civîna niha amade kirîye. Ez sipasiya ew komîsyonê dikim û daxwaza berdewamiya ew civînan dikim. Lewra li derveyî welat gelêk nivîskar, rewşenbir û siyasetmedarên Kurd dijîn. Divê tevgera Kurd ji zanîn, tecrube û pisporiya wan sûdê bigire”.
Yilmaz Çamlibel piştra ji bo dîvanê sê nav pêşkêş kirin. Ew sê kes bê îtîraz hatin pejirandin.
Li ser vê Kovan Amedî, Murat Dagdelen û Suleyman Ateş ew civîna Kurdên diyazporaya Almanya îdare kirin.Bi navê dîwanê Murat Dagdelen xêrhatina beşdaran kir û armanca civînê wisa anî ziman:
“Wekî hûn jî dizanin niha li Tirkiyeyê ji bo çêkirina makezagona nû gengeşi hene. Wisa xuyaye ku piştî hilbijartinan , ango 2011an de li Tirkîyê makezagonek nû were çekirin. Babetek girîng a din jî ku îro li Tirkiyeyê tê gengeşîkirin, dirêjkirina agirbestê ji aliyê PKKê û pêkanîna aşitiyek adîlane ye. Em dixwazin di derbareyê wan xalan de dîtinên Kurdên dîaspora û pêşniyarên wan bigîhînin rayagiştî ya Kurd û Tirk. Lê bi agirbestê va girêdayî, em dixwazin li ser rewşa tevgera sîyasî ya kurd, daxwazên Kurdan û yekîtiya Kurdan jî bisekinin. Hemî hevalên beşdar dikarin derbareyê wan xalan de dîtinên xwe bînîn ziman”
Murat Dagdelen dûv re mafê axavtinê da beşdaran. Kesên wek Senem Çamlibel, Asli Kaya, Selîm Çurukkaya, Yaşar Kaya, Siracettîn Kirici, Baran Hemze, Omer Ozmen, Mahmut Uslu, Hikmet Serbilind, Yasîn Kut û yên din li ser ew herdu xalan dîtinên gotin.
Ew civîn heta katjimêr 18: 00ê êvarê ajot. Beşdarên civînê ditînên xwe yên hevbeş bi
daxuyaniyek pêşkeşê raya giştî kirin. Ji ew daxûyanî çend xalên girîng ev in:
1- Beşdarên civîna Kölnê ya 13.11.2010 rawestandina şer û dirêjkirina agirbestê biryarek rast dibînîn. Lê divê dewleta Tirk ji operasyonan neke û ji Kurdistanê xwîn nerijîne. Divê ji bo pirsigirêka Kurd çareseriyek adîlane pêk were.
2- Beşdarên civînê, doz û daxwazên di derbarê karanîna zimanê kurdî û perwerdeya bi zimanê kurdî rast dibînîn. Piştgirîya çalekî û hewildanên bi vî rengî dikin.
3- Di doza KCKê de axavtina bi Kurdî helwestek rast e û civîn piştewaniya vê helwestê dike.
4- Beşdarên civînê dan zanin kû pêwîst e hemî hêzên welatparêz li Bakurê Kurdistanê bi hev re têkilîyên dostanî daynin, diyalogek birêkûpêk bimeşînîn. Ji bo vê yekê bang li dorberên BDP kirin kû ew ji bo pêkanîna diyalog û hevbendiyek erkên xwe bicih bînîn.
5- Beşdarên civînê bang li partîyên kurdan BDP, HAK – PAR, KADEK û dezgehên sîyasî û demokratîk dikin kû nunerîyek ji bo tevgera welatparêz pêk bînin.
6- Di vê çarçovê de beşdarên civînê pê îşaret dikin kû ji bo tevgera Bakurê Kurdistanê hewcedariya konferansek netewî heye.
7- Tevgera Bakûrê Kurdîstanê hewce ye ji bo hilbijartina sala 2011an blokekî kurdî pêk bîne û kurd bi yekrezî beşdarê hilbijartinê bibin.
8- Ji bo doz û daxwazên hevbeş ên gelê Kurd ji bo makezagona nû hewce ye xebatek teknîkî û îlmî were meşandin.
9- Komîteya ku heye karên xwe berdewam bike. Ew komîte ji bo seranserê Ewropayê civînek berfireh amade bike.
20ê sermawezê 2010
Sêyîdxan Kurij – Köln
(Nasname)