Polîtîk

Hezar alayên Kurdistanê li bajarê Besrayê tên bilind kirin

Ji bo rêzgirtin li biencamgihiştina deztpêşxeriya Mesûd Barzanî srokê herêma Kurdistanê ya jo bo pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê û çareserkirina kirîza siyasî li Îraqê, îro, şemiyê dê bi hezaran alayên Kurdistanê li cade û kolanên bajarê Besrayê li başûrê Îraqê bên bilind kirin.

Ebdulîla Kazim got ku komîteya kurdî-besrayî îro, roja şemiyê, weke rêzgirtin bo hewilên Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina kirîza siyasiya Îraqê û pêkanîna hikûmeta nû, dê hezar alayên Kurdistanê li cadeyên nav bajarê Besrayê bilind bike.

Kazim got ku bi hevkarî digel çend kesatiyên navdarên bajarê Besrayên digel bilinkirina alayê Kurdistanê dê çand diruşm(slogan) jî ku tebîrê ji rola niştimaniya kurdan li Îraqê û xurtkirina têkeliyên navera kurd û ereban li nav bajêr bê hilawîstin.

Weke tê zanîn Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê ji bona pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê û çareserkirina kirîza siyasî, di meha îlonê da destpêşxeriyek pêşkeşî aliyên siyasyên îraqê kir bû. Piştî çend civînên li Hewlêr û Bexdayê roja 11.11.2010ê di civîna parlamentoya Îraqê de, destpêşxeriya serok Barzanî bi encam gihişt û her sê serokatiyên; parlamento, serokomar û serokwezîr hatin hilbijartin û Îraq ji wê kirîza siyasî ko ew 8 meh bû têde bû rizgar bû.

Back to top button