Nivîsar

Berçavkirin û serastvekirina şaşiyekê

Piştî bûyerên li Sûriyê qewimîn û herifîna rijêma Esed û Partiya Be’s, êdî rewşa rojavayê Kurdistanê û pirsa mafên gelê kurd li wê parçeya Kurdistanê bi awayekî germ bû mijara gotûbêjan. Di vê derbarê da gelek şirove û nirxandin bi awayên cuda ketin rojevê.

Weke min têbînî kirî di van şirove û nirxandinan da têgehîşitinek şaş dihat berguhê mirovî û min xwest bi vê kurte nivîsê wê şaşîyê berçav bikim û serast jî bikim.

Piraniya siyasetmedar û şirovekar di wê bawerîyê da ne ku, PYD û HSD girêdayî PKK û Qendîl in û di biriyara xwe xwe de ne serbixwe ne û ji bona pirsa kurd li rojavayê Kurdistanê berhavêtî nebe û ev delîve û firseta zêrîn ji dest kurdan neçe divê PYD û HSD têkeliyên xwe bi Qendîl ra qut bikin û bi yekcarî xwe ji bindestê PKK rizgar bikin û di biriyarên xwe da serbixwe bin û wek kurdên rojavayê Kurdistanê di berjewendiya wê parceya Kurdistanê da tevbigerin.

Ji bona ku PYD û HSD hebûn û destêwerdana PKK di biriyar û karûbarên rojavayê Kurdistanê da meşru’ bikin, dbêjin: ENKS jî girêdayî PDK ye û serok Barzanî pişitgriya wan dike. Helbet ev du hevberkirin gelek şaş in û ji rastiyê û waq’î gelek dûr in. Lê berî ez vê şaşiyê serast bikim ez dê behsa du bûyeran bikim:

Bûyera yekem: Dema serokê nemir Mistefa Barzanî bi pêşmergeyên xwe ve çûye rojhelatê Kurdistanê ku beşdariyê di avakirin û parastina Komara Kurdistanê li Mihabadê da bike, Barzanî yê nemir xwe weke bedîlê nemir Pêşewa Qazî feriz nekir, tedexul di biriyarên Komara Kurdistanê da nekir, destêwrdan di karûbarên Komarê da nekir. Barzanî xwe wek pêşmergeyek Komarê hisab dikir û di gotineka xwe da dibêje: Ji bo min şerefeka mezin e ez Pêşmergeyê Komara Kurdistanê bim.

Bûyera duyem: Tevî hemû astengî û rêgrîyan, serok Mesûd Barzanî, di dema dagîrkirina Kobanê de ji aliyê terorîstên DAÎŞ ve û Kobanê li ber ketinê bû, û ji xemxuriya wî ya ji bo yekîtiya kurdan , bi diplomasiya xwe ya jîr karî Hêzên Hevpeymanan û dewleta dagîrker ya Tirkiyê razî bike û Pêşmerge bi cekên girane ve şandin Kobanê. Pêşmergeyan mil bi milê Şervanan Kobanê ji destê terorîstên DAÎŞ rizgar kir û bi serbilindî vegeriyan başûrê Kurdistanê. Pêşmerge li wir neman û destêwerdan di karûbarên wê parçeya Kurdistanê da nekir û xwe nekir bedîlê tu hêzan.

Niha bersiv ji bo wan kes û aliyên dibêjin manê ENKSE jî girêdayî PDK û Barzanî ye ji bona ku destêwrdanan PKK li rojavayê Kurdistanê meşru’ bikin:

1- Tu hêzên pêşmerge yên PDK li rojavayê Kurdistanê nînin. Bi gotinek din yek çekdarê PDK li wê parceya Kurdistanê nîne
2- Şêwermend û rawêjakarên PDKê û serok Barzanî li rojavayê Kurdistanê nînin.
3- ENKS ji çend partî û rêkxistinên cuda pêktê û hindek ji wan partiyan salên 50-60an hatine avakirin û ji hîngê were ji bona mafên gelê kurd li rojavayê Kurdistanê dixebitin di vê rêda gelek berdêl jî dane. Niha beşekin ji mixalifeta Sûriyê û di nav îtîlafa sûrî da cihdigirin.
4- Serok Barzanî ektorekî sereke yê herêmî ye û rola wî di çareserkirina pirsgrêkên navçeyê da bi aşitî û diyalogê gelek mezin û giring e. Ji aliyê zilhêzên cîhanê û Yekêtiya Ewropayê ve fîgorek qebûlkriye û pir caran dewltên zilhêz ji bo dîtina çaeresiya hindek arîşeyan bi Serok Barzanî ra dişêwrin.

Ji aliyê din ve:

1- Ji destpêka kirîza Sûriyê, rijêma Sûriyê bi lihevhatin deverên Kurdistana rojava radestî hêzên çekdar yên PKK kirin. Di vê derbarê da bi bêdengî PYD û Esed li hev kir ku van deveran teslîmî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bikin bi şertê ku kurd neçin bereyê opozsiyonê û kurd li dijî Esed nerawestin. Heta jinavçûn rijêma Esed jî PYD li kêleja Îran, Heşda Şeibê, Hizbulah bû, anko Bereyê Miqawimê bû.
2- Ji destpêka kirîza Sûriyê ve bi hezaran çekdarên PKK li rojavayê Kurdistanê bicihbûn û bi harîkariya Sûriyê xwe li wir feriz kir û dest bi kuşitin, girtin û eşkencedana kes û aliyên ne bi wan ra bin kir.
3- Bi sedan kadiro, berpirsên leşkerî û şêwermend û rawêjkarên PKK serperiştiya rojavayê Kurdistanê dikin.
4- îdareya rojavayê Kurdistanê di bin kontirola hêz û çekdarên PKK da ye.
5- Hemû biriyarên li ser çarenvîsê wê parçeya Kurdistanê ji Qendîl derdkevin. Her tevgerek li rojavayê Kurdistanê bibe divê bi razîbûna Qendîl be.
6- Ji bo me kurdan şirîn be yan tehil be, PKK di lîstera terorê da ye, tevî Tirkiyê, Yektiya Ewropayê û Amerîka û dewletên din PKK weke rêkxistineke terorist bi nav dikin. Ji ber hindê jî li hember êrîşên dewleta dagîrker ya Tirkiyê bo ser parçeyên din yên Kurdistanê çavê xwe digirin û deng nakin.

Ji ber vê yekê ye ku, hemû welatparêz û kurdperwerên kurd daxwazê ji PYD dikin ku têkeliyên xwe bi PKK ra qut bike û hêzên cekdar, rawêjkar, kadiro û berpirsên PKK ji wê parçeya Kurdistanê derbikevin, eger ev yek neyê kirin, kurd dê her tiştî li wê parçeya Kurdistanê winda bikin.

2.01.2025

Nêrîn/Şirove: N.H.

Back to top button