Polîtîk

Hevdîtina MHPê û DEMê: Xelat Tizbehek Kehrîbar!

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî heyeta DEMê Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û Ahmet Turk pêk dihat qebûl kir. Bahçelî ji bo hevdîtinê li ber derî pêşwaziya heyeta Partiya DEM’ê kir.
Heyeta Îmraliyê ya Partiya DEM, piştî hevdîtina dawiya hefteyê ya bi Abdullah Ocalan re pêkanîn , îro du hevdîtinên girîng kirin. Heyet ewil bi Serokê Meclisa Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş re hevdîtin kir. Hevdîtin 45 deqîqeyan dewam kir. Sirri Sureyya Onderê ku piştî hevdîtinê li ser navê heyetê daxuyanî da û diyar kir ku hevdîtin baş derbas bûye.


Partiya DEMê bi Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re hevdîtina duyemîn pêk anî. Hêjayî gotinê ye ku Bahçelî beriya civîna li Meclîsê ku nêzî 40 deqeyan dewam kir, li ber derî pêşwaziya heyeta Partiya DEM’ê kir.

Piştî civîn bi dawî bû, têkildarî naveroka lûtkeyê ti daxuyanî nehat dayîn. Herwiha di nava zanyariyan de heye ku şanda Partiya DEM’ê taybetî Ahmet Turk tizbehek kehrîbar wek xelat daye Bahçelî.

Bê guman gelek nirxandin li ser hevdîtina Bahçelî û heyeta DEMê têne kirin. Lê beşek di nava DEMê de naxwazin rastiya heyî bibînin û hêja li gura akilê xwe , tenê ji bo xwe tetmîn bikin, behsa “Aştiyek bi Rûmet ” dikin. Dê DEM Li gel AK Partiyê û partiyên din civîna bikin. Lê di serî de serdana MHPê balkêş bû.

Back to top button