HUDA PAR li Diyarbekirê bi beşdariyeke berfireh “Komxebata Kurdî” li dartêxe
Serokatiya Daîreya Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HUDA-PARê dê di navbera 15-16ê Sibatê de li Diyarbekirê bi beşdariyeke berfireh “Komxebata Kurdî” li dar têxe.
Endamê reveberiya HUDA-PARê Mahmut Şahîn derbarê Komxebata Kurdî ya ku dê bê lidarxistin de daxuyanî da.
Şahîn, da zanîn ku bi komxebata ku dê bê lidarxistin, ew ê pirsgirêka kurd bi kûrahî nîqaş bikin û çareseriyên pirsgirêkê bi raya giştî re parve bikin.
Şahîn di daxuyaniya xwe de wiha got: “Ji her kesî re tê zanîn ku çareseriya adilane ya pirsgirêka Kurd a ku encamên wê yên neyînî ev sed sal in em weke netewe dijîn, pêwîstiyeke ku nayê vegerandin. Pêwîst e mafên Kurdan ên weke netewe bên garantîkirin û rûmeta ku li ser dika dîrokê heq dike, were vegerandin. “Divê bê şert û merc çand, huner, wêje, mafên civakî û aborî bi taybetî ziman bê dayîn.
Şahîn, diyar kir ku HUDA-PAR çareseriya pirsgirêka Kurd weke yek ji karên sereke yên welat dibîne û wiha got:
“Di pêvajoya ku welatê me û erdnîgariya kevnar a îslamî di asteke krîtîk re derbas dibe de, derfetek girîng derketiye holê ku pirsgirêka Kurd bi hemû sedemên wê ve were nîqaşkirin û encamên wê yên neyînî ji holê bên rakirin. Daxuyaniyên erênî yên hemû aliyên rasterast û nerasterast ên vê mijarê hêviyê ji pêvajoya berdewam dike.
HUDA-PAR ji roja ewil û vir ve di her firsendê de radigihîne ku yek ji mijarên herî girîng û sereke yên welêt, çareseriya pirsgirêka kurd e. “Ji bo kurd hemû mafên xwe yên siyasî, etnîkî, olî û civakî bi dest bixin, ji erkên xwe yên sereke dibîne.”
“Em her kesî vedixwînin komxebata xwe”
Şahîn got, “Bi komxebata ku em ê organîze bikin, em ê pirsgirêka Kurd bi kûrahî nîqaş bikin û çareseriyên pirsgirêkê bi raya giştî re parve bikin. Em di wê baweriyê de ne ku komxebata me dê tevkariyek erênî bide pêvajoya berdewam; “Em bang li her kesên ku di vê mijarê de xwedî gotin in û dibêjin ew di çareseriyê de ne, vedixwînin.