Nivîsar

Ji niha 14 emîn kongreya PDK li gelê Kurd pîroz be

Em dinerin û dibînin ku ev 76 salin  PDK ji bona azadî û serxwebûna Kurdistanê bê westan di nav şer û pevçûnan de bû û ye. Di netîceya vê berxwedan û serîhildana li hember dagirkeran de, em li başûrê Kurdistanê kirin xwedê dewlet.

Di vê dema dirêj de partî gelek caran di tekoşîna xwe ya azadiye gelê xwe de ket û di her ketinekê de bi hêztir rabû. Lê qet wenda nekir. Di dîrokê wê de tenha ketin û hê bi hêztir rabûn û şerê azadiya gelê xwe berdewam kirîn, hebû ye.

Di nava 76 salan de vê partiya diyariya Serok neteweyî Barzanî yê nemir. Ne tenê li hember yek dagirkeran, ew ji bona her çar dagirkerên me bû bû xeter û kelemên çavên wan. PDK di vê tekoşîna dûr û dirêj de nehişt dijminên gelê me rehet razê û tim tirs û xofa wê di dilê dagirker û pêgirtên wan de bû.

Ji ber vê bû ku dema dagirkeran dîtin ku nikarin PDK, Barzaniyan bi temamî ji holê rake, gelek tofan û afatên nedîtî anî serê xelkê me yên başûrê Kurdistanê. Li vê cihanê çi tiştên nehatibûn dîtin û îcad kirin dagirkeran anîn serê PDK û Barzaniyan da ku wê tune bikin. Wan bawerî anîbûn ku çi dema PDK û Barzanî nemînin wê serîhildan û berxwedanên kurdan jî têk here.

Dagirkeran li gel hev çawa hemî serîhildan û berxwedanên bakurê kurdistanê têk birin û Kurd li wir bê deng kirin. Wan li gel hev û bi alîkariya hin dewletên mezin çawa Komera Kurdistanê li Mahabadê têk birin ango rûxandin. Xwestin bi vê helwesta xwe ya hevbeş, Barzaniyan jî tune bikin. Lê bi ser neketin.

Bi ser neketin û bi saya vê berxwedan û rêbaza Barzanî yê nemir kurd li başûrê Kurdistanê bûne xwediyê xwe û dewleteke Federalî ku hêvî heye di vê kongreya 14.mîn de, biryara konfederalî ya jî ya serxwebûnê bê qebûlkirin û bi yek dengî bê pejirandinê.

Li gor min pêwîst nake ku em dûr û dirêj behsa xebatên PDK û Barzaniyan bikin. Ji xwe her tişt niha vekirî û eşkere ye ku Kurd bi xêr û saya berxwedana pêşmêrge yên qehreman, bi pêşevaniya serokê neteweyî Barzanî yê nemir û bi rê û rêbaza ango felsefeya Barzanî, li gor fikir û ramanên serok Mesud Barzanî, bi dîplomasiya serokê herêma Kurdistan rêzdar Nêçîrvan Barzanî û bi xwedîlêderketin û parastina serokwezîrê Kurdistanê rêzdar Mesrûr Barzanî, em îro xwediyê xwe û kurdistanekê federalî li başûrê Kurdistanê ne.

Ez weke kurdekî hêvî dikim ku di vê kongreyê de biryarên hêja û delal bêne girtin û ji wan yek jî biryara serxwebûna Kurdistanê be. Helbet xwestina dil û şertên jiyanê ne

weke hev in. Bi hêvîme ku ev kongre wê mizginiyeke baş, xweş ku dilê hemî kurdên cîhanê xweş bike, bide.

 Hêviya min ji vê kongreyê ku wê biryarên baş û li gor dilê kurdan bigire heye. Loma bi çend pêşniyaran dixwazim nivîsê biqedînim.

Pêşniyarên min:

1. Divê di vê kongreyê de bi xelateke herî mezin serok Mesud Barzanî bê xelatkirin û weke serokê gelê Kurd bê bi nav kirin û destnîşankirin.

2. Ji bona yekgirtin û yekhelwesta partiyên başûrê Kurdistanê biryar di kongreyê de bê pesinkirin.

3. Ji bona alîkarî û bi hevre li ser hin karên hevbeş yên perçên din kongre bibe xwedî helwest.

4. Xwedî lê derketandina rewşenbîrên kurd yên her çar perçan, biryarek bê girtin.

5. Ji bona dîplomasiyek xurt û avakirina lobiyeke kurd hin biryar bê girtin da ku zûtirên demê ev bê cih.

6. Xurtkirin û çalakkirina Navenda Revenda Kurd li Derveyê welêt hin biryar bê girtin û li gor îmkanan kongreyeke nû bê li darxistin.

7. Çalakkirina ciwanan di organên partiyê de bêne destnîşankirin da ku êdî kar ew bi xwe bimeşînin û salmezinên qedirbilind jî ji wan re bibin şêwirmend.

Ez û em baş dizanin ku ev partiya ku temenê wê 76 sal in û di vê dema dirêj de xebatên bê hempa kirine wê ji niha û pêde êdî weke dewlet karê xwe bi serpereştiya ciwanan bike.

Ji 14.min kongre PDKê re serketinê dixwazim û bawerim wê bi biryarên nû û li gor dem û zemanê nû bibe desthilat. Biryar û pêşniyarên ji bona Kurdistaeke serbixwe ji vê kongreyê derkev e.

Her serketî, berketî û serfirazî bibe para PDKê

Bûbê Eser
Back to top button