Nivîsar

Kurdkujekî devşîrme (1889-1954)

Dadgehên Istiqlalê yên geroke avakirine û wan li Anatoliyayê dane gerandine, gotiye wan: ”Kesên ku hun bixwazin daleqînin bikin, lê her 15 roj carekê lîsteya wan ji min re bişînin, da ez zanibin ku we kî xeniqandiye.

Zeynelabidîn Zinar

Kadir Misiroglu zanayekî bi navûdeng e, ji malbata siltanên Osmanî ye, di buwara Salih Omurtakê kurdkuj de, bi taybetî li ser Geliyên Zîlanê û ya Dêrsimê pir axiviye, lê bi vîdeoyekê weha li ser Dêrsimê gotiye:

“Salıh Omurtak ji Akcabada Selanîkê bû, hemşeriyê min bû.

Dema min rewşa Dêrsimê jê pirsî, weha gote min: ”Me 90 gundên Dêrsinê bêtesîr kirin.”

Qumandarê Dêrsimê ew bû. Jehrê diavête nava şikeftan.

Kurdên ku ketibûn şikeftan, hemû bi jehriya ku wî diavêt dimirin.

Hûn bi zorakî bi Kurdan didin gotin ku bêjin em Tirk in?

Ma meriv ji bo vê yekê têne kuştin?

Çiye mesele?

Divê île Kurd bêjin, em Tirk in.

Ev nijedperestiyeke hişk e ku hûn dikin.

Çima?

Ji ber ku we dîn ji holê rakir û we tiştekî din xist şûna wî.

We Serhildana Konyayê rûxan.

Serhildana Duzceyê rûxand.

Ya Bolo, ya Geredeyê rûxandin.

Ya Îzmîrê rûxandin.

Dadgeha Îstiqlalê ya Enqerê ava kirin.

Heşt dadgehên din ên seyar ên Istiqlalê ava kirin.

Dafgehên Istiqlalê du beş in:

YEK: Ji bo qaçaxên eskeriyê, qanun derxistine û dadgeha îstiqlalê ava kirine.

Kesên ku hatibûna daleqandin, diviya ku Parlemanê jî bipejirandina. Îro jî wisan e. Heta ku meclis nepejirîne, biryar bi cih nayê. Di wan dadgehan de li dora 3 hezarî hatin idamkirin.

Mistefa Kamal Başqumandan, selahiyeta Meclisê wergirte ser xwe.

Bi wê wergirtinê, heşt Dadgehên Istiqlalê yên geroke avakirine û wan li Anatoliyayê dane gerandine, gotiye wan: ”Kesên ku hun bixwazin daleqînin bikin, lê her 15 roj carekê lîsteya wan ji min re bişînin, da ez zanibin ku we kî xeniqandiye.

Niha zebtên wan dadgehan nînin, temîzkirina wan tunebû, wan dadgehan kê daleqandine, kê daneleqandine em tenê ji wan listeyên ku bo Mistefa Kemaklî hinartine dizanin.

Niha 400 dosyayên wan listeyan wendane.

Ismet Paşa gotiye: ”Me ew lîste teslîm kirine.”

Celal Beyar jî gotiye: ”Na, me ew lîste teslîm wernegirtine.”

Zulmeke wisa li çu devereke dinyayê çênebûye!

Ew dadgeh bi selahiyeteke demderî derketibûn, lê zebtên wê nînin û tesdîqa biryarên wê jî tune ne. Li cihê cih digirtin û her li wirê jî dixeniqandin.

Meriv çewa dikare ji wan re bêje dadgeh?

Yek ji wan kesan jî, ne hiqûqnas bûn. Ew wek şebekeya cînateyan bûn, celad bûn.

19/ 10/ 2022

Back to top button