Polîtîk

Davutoglu gotina Erdogan bi gotinek nijadperestî nav dike!

Dema parlementerê berê yê CHPê  Mehmet Ali Çelebî derbasî AK Partiyê bûyî, Erdogan di civina fraksiyona partiya xwe de bi rewrismekî ew qebûl kir û axavtinek kir. Erdogan di beşek axavtina xwe de got: Karê hevjîna te anîna zarokan e, divê hejmar zêde bibe, zarokan çêbikin. Binêrin yên PKKê 5, 10, 15 zarok hene” Ev gotina Erdogan bû sedema bertekûn tund. Di demildest serokên partiyên muxalefetê daxûyanî dan û Erdogan rexne kirin.

Serokê partiya DEVA Ali Babacan li ser hesabê xwe yê Twitterê daxûyaniyek ragihand û got: Ew ji her jineke ku dibîne re dibêje ku divê ew çend zarokan bînin. Dizane ku li çiyê 5-10 zarokan nayînine dinê lê bi milyonan welatiyên me yên Kurd bi terorê tawanbar dike. Heyf e, şerm e.”

Herweha serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu jî li ser hesabê xwe yp Twitterê de daxûyaniyek ragihand û got: Ji ber ku zarokên vî welatî li Qendîlê nehatine dinyayê, mebesta te diyar e brêz Erdogan! Gotinên we li dijî mafê mirovan û mafê jinan bêhurmetî ye. Her zarokek ku li vî welatî çêdibe hemwelatiyê birûmet ê Komara Tirkiyê ye. Ciyawazîkirina zarokan nîjadperestî ye!

Serokê fraksiyona AK Partiyê di parlementoyê de, Bulent Turan  jî daxûyaniyekî de bersiva serokê DEVA û serokê Partiya Pêşerojê dide û dibêje:

“Em îdiayên ku dibêjin Serokê me bi nefret heqaretê li Kurdan dike, qebûl nakin û van daxûyaniyan red dikin.. Ez nirxandina we ya li ser weneyekî wek ku gotinek li dijî kurdan be, bi matmayî dişopînim. Ev yek ne ji bo we, ne ji bo partiya we, ne ji bo Tirkiyeyê ne fêde ye. Êdî van pirsgirêkanxelkê  nexapînin. Li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd tune ye, lê hûn pirsgirêka Kurd dixwazin. Em wek hev li 85 milyonan hemwelatî wekhevin.

Taybetî di dema hilbijartinan de gelek behsa pirsa Kurd tê kirin. Lê her yek ji bo berjewendiya xwe ya siyasî vê pirse dinirxîne. Rastiyek tehl heye kul i Tirkiye û bakurê Kurdistanê piranî pirsa Kurd PKKê ve girêdidin û bi zanebûn û siyasetek hevbeû pirsa Kurd wek pirsa PKKê dinirxînin. Ji berk u ev yek wek siyaseta dewletê di derbarê Kurdan de ye. Ev yek dibe sedemek bingehîn ku ,Kurd di kesayeta PKKê de wek potansiyel terörist tene dîtin.

Back to top button