Peyamek serxweşiyê ji Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peyamekî serxweşiyê ji malbata hunermendê koç kirî Îsmaîl Xeyat kir.
Peyama Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî waha ye;
Ji bo malbata birêz hunermendê şêwekar Îsmaîl Xeyat, bi taybet jina hunermend Gezîze Omer a hevjîna wî.
Bi xemekî mezin û mixabin nûçeya koça dawî ya hunermend Îsmîl Xeyat min bîhîst. Mamosta Îsmaîl Xeyat yek ji wan hunermendên bi ezmûn û navdar ê warê şêwekar bû, ku bi salan bi rêya hunera xwe ve xizmetekî mezin pêşkeşî pirsa kurd û Kurdistanê kir. Arşîvekî mezin a tablo û karên wî yên hunerî yên şahane li dû xwe hişt. Ji bo wê jî koça dawî ya Îsmaîl Xeyat ku hunera şêwekarî dikir li Kurdistanê, tê wateya ku hunermendekî mezin ji dest daye.’’
Serxweşiyê li malbata birêz dikim û hevbeşê xema we me. Ji xwedayê mezin û dilovan daxwaz dikim ruhê xwedê jê razî bi beheşta xwe şad bike û sebr û aramiyê bide hemû aliyekî.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.