Ji koletiya Basê bo koletiya Apo
Romanivîsê kurd Selîm Berekat di nivîseke xwe de li jêr navê (Suriya û kurdên wê) bi zimanê erebî di rojnameya Qudis de weşandiye, êrîşeke dijwar dike ser Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û wê bi hevalbenda rijêma Beşar Esed tawanbar dike û PKKê bi “liqa kurdî a partiya Basê” binav dike.
Nivîskarê kurd Selîm Berekat dinivîse ku, kurdên Syriya naxwazn in li deriyên bakurê Suriya, ketin û derketin, û cîyên din senemên Ocelan bên danan. “Peykerên malbata desthilatadara xûnrêja surî hatin komkirin, lê ewan (PKK) keresteyên peykertaşiyê bi destê eşîreta Ocelan hinartin Suriyê daku, peykerekî bo Ocelan dirust bikin.”
Berkat di nivîsa xwe di dinivîse “Em naxwaz in ji kûletiya îbadeta senemên Basê biçin bo îbadeta senemên Apo”
Li gor Selîm Berekat, Esed kurdan ji derdeseriyekê dibe bo derdeseiyeke din, piştî bi salan jinavbirina kultur, ziman û şûnewarên kurdan, nuha jî rijêma Beşar Esed deverên kurdan teslîmî PKKê dike daku, rê ji Tirkiya re xweş bike serhildana kurdan jinav bibe.
Berkat di nivîsa xwe de behsa çareserkirina pirsa kurd li Suriyeyê dike û dinivîse ku, divê “basiyên kurdistanî” (PKK) têbigihîje ku, kurdên Suriya dixwaz in li nav mala surî de pirsgirêkên xwe çareser bikin û kurd beşek in ji şoreşa gelên surî, kurd li Suriya naxwaz in senemên Esed bi senemên Ocelan bên guhertin.
Selêm Berkat romanivîsek kurd e û ji sala 1999ê veli Swêdê dijî, ew nivîs û romanên xwe bi zimanê erebî diweşîne.
Nivîs bi erebî:
http://www.alquds.co.uk/index.asp?fname=data20121010-05\05qpt899.htm