Kultur

Çalakîyên roja duyemîn a kongreya zanistî

Îro roja sêşemiyê 13.10.2012ê li bajarê Hewlêrê, bi amadebûna Elî Sindî wezîrê pilandananê, Elî Seîd wezîrê xandina bala û lêkolînên zanstî, Sîrwan Baban wezîrê zîraetê û Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve, roja duyemîn a kongreya zansitiya cihaniya kurdî dest bi kar û çalakiyên xwe kir. 

Di destpêka roja duyemîn a kongreyê de, gotara serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Bazanî ji aliyê Elî Seîd wezîrê xandina bala û lêkolînên zanistî ve hat xandin. 
Nêçîrvan Bazanî di gotara xwe de tekîd li ser van xalan kiribû: 
– Piştgirîkirina kongreya zanistiya cihaniya kurdî li Hewlêrê 
– Giringîya bikaranîn û sudwergirtin ji jêhatî û îmkanên kurdên dervey welatî ku. Îro di kongreyê de lêkolîn, şiroveyên zanistî û cihê pêşkeş dikin û dixwazin ji bo xizmetkirina welatê xwe vegerin Kurdistan 
– Warê saxlemiyê, zîraet, xwendin û perwerde, tûrîzm, şûnewar, bilinkirina sewyeya hişiyarî û pêşxistina şiyanîn mirovî ku, ji ewlewiyatên hikûmeta herêma Kurdistanê ne, divê guhertin tê de bên kirin ku, baştirîn xizmetgozarî û bi kalîteyeke baş pêşkeşî hevwelatiyên Kurdistanê bikin 
– Deriyên hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo her kesî ku, bixwaze vegere Kurdistanê û xizmeta welatê xwe bike vekirîne. 

Pişt re wezîrê çandiniyê peyvek pêşkeş kir ş têde behsa giringiya ware zîraetê kir û ew bi stûneke serkeî a aboriya herêma Kurdistanê wesif kir û got: 
– Bikaranîna teknîk û teknolojiya modern û ksên şareza û pispor di warê çandiniyê de di vê qonaxê de sektora zîraetê gele pêwîstî pê heye 
– Ji bona geşepêdan zîraetê, hikûmeta herêma Kurdistanê pêwîstî bi hevkariya sektora taybet heye, ji ber vê yekê wezareta çandiniyê di kar û bernameyên xwe de derfetên baş bo sektora taybet pêktîne daku, beşdariyê di geşepêdana çandiniyê û çareserkirina pirsgirêkan de bike. 

Di roja duyemîn a kongreya zanistî de ev de: 
– Mehdî Berzincî ji welatê Danmarkê, lêkolîneke li ser dermanan û têkeliya dermanan bi aboriya welêt ve pêşkeş kir 
– Silêman Sahîbî, lêkolînek li ser avrêjên harêma Kurdistanê di sedsala 21ê de pêşkeş kir 
– Elî Behrom ji welaê Swêdê. Lêkolîneke li ser tecrûbeya Çîn û Bengiladişê di warê berhemanîna şîr de pêşkeş kir 
– Manuel Marturîk û Îgor Borîzer bi hev re lêkolînek bi navê (Heftiya sipî) pirojeyên pêşxistina bajararan pêşkeş kir 
Herwesa lêkolîn li ser xandina bala, jêrxaniya aborî, hikûmeta elektronî û xizmetgozariyên giştî hatin pêşkeş kirin 

Back to top button