Dosya

Qetilîyamên Dewletê bê cezamayin –2

 

 

Gunde Dêrşewan 12 mal têda hene giradayî Kozluk    

                                                          

06 tebaxe 1993,wext nîvro bu, serefser (yûzbaşiye) qerekola me, bi tevî 10 leşker û yekî sivil, ewjî bi çek bi wanre bu hatin malame, me hev nasdikir û min wan mevankir, me jiwanre berya haziriya xwarine  bi ecele çay ikramkir û serefser (yüzbaşi) dest bi pirsa kir û di aynî wexteda bi tehdît hişyari da minu birayên min. Min jêra bersiv da û got me tu xeletiyekî ji kesire nekiriye, xirabiyame ji ti kesire çênebuye, em insanên gundî û cotkarin.

Kar, xebat û tekoşiname li ser erdên xwe bi şev û bi roj li bi erdre karê çandinîye dikin û xwe bi emega xwe idara xwe dikin, kî ku tê malame, em wan bi hurmet  deriye xwe vedikin, ji wanre bi xizmet û çi gepek nanê me hebe bi mêvanên xwere em nanê xwe par vedikin û bihevre wek vêga çawa wun iro li malamin dixwun û wun bi serdejî min di malaminde ser awkaas rêz girtina wedame, ez ji tehdîden were tu mahne û sebebekî misqalê zer sebebek nabinim, ji van tehdîta wê tiştek min fahm nekirim, ewî ji bersivên minre bi herstir bu û rabu usluba tehdîda xwe dubare kir û got ez nizanim li vê mintiqe eger ez dengê silêhek sahbikim, ezê hesabe wî ji te bistinim û nanê xwe xwarin, piştî xwarine ji leşkerên pêra dawa çay’jî kirin û bi xwe jî qahweyek xwest,  mê çay û qahwêwan ji wanre ikramkir, piştre rabun û çun. 

20 roj bi şûnda, 26 tebaxe 1993, sibeyek zu seat 6h30 du kurêmin, du kurê birayemin û karkerekime ku heroj li ereba xwe siwar dibin û diçûn ser ciye kar jibo bişuxulin, pişti çûna wana bi pênc deqeyek, pênsed metre ji gund dur, di newale de dengê teqina silêha dest pêdike, ez, biraye xwe û bi çend gundiyên xwere ber bi ciye teqina sileha em bazdan çun, berya bigîjin ciye cih, 200 metre mabu ji newale ji ciyên teqina silêhan helikoptera deweleta Tirkiye ên leşkera bi hawa bu û çu, çend deqe bi şûnde em gîhîştin ciye buyere ku wa herdu kurêmin, her du kurê birayemin bi gulên otomotik kuştine û ew karkerê me hê nemiriye, birindare. 

Me dawa li dewlete vekir, pişti vekirina dawê vekirine, her hefte ew serefser (yuzbaşi) û bi tevî leşkerên xwe dahatin gund, li ber çavên hemu gundîyan, li hafa jin û zarukênme li me didan û digot wûn ji vî gundê xwe bar nekîn û neçin ezê we teva bikujim, digot; daxwazawî her ev bu. 

Eminjî her persiva wî yek celep bu, min her tim bersiva wî didame; Ez ji gunde xwe dernakevim û naçim xeribiye, min ji derde dewleta te carek xeribî dîtiye, xeribî ji heft (7) mirina xiraptir û reziltire, mirina li xeribiye, ewê bostek ciye mezelê min jî ewê tinebe, belê, wûn karin min bikujin, de bikujin, qe nebe, ez li gunde xwe, li ser erda bav û kalê xwe me, ciyê mezelêmin ewê gelek firê be, mezelê min, her dem û zeman, nê hindabuyî, li ber çavan û xwanêbe û şadeyîya zilm, zora te û dewleta teyî Tirkî be…

 

8 adare 2012 Medeni Altan ji nexweşîna dil wefat kir û 15 roj bi şûnde Birayê wîye mezin 

Abdulcelil Altan 26 adare 2012 seat 11h28 wefat kir, ew bixwejî wek bav û kalên xwe li hember zilme di riya rast’de seknekî merdane û camer kurdperweriya xwede însanên gelek hêja û perzbun. 

Ji malabatawanre digotin mala Alîyê Ûnis, malabata wan hemu hê di wexta osmaniyandan li dij  zilma dewleta Osmanliyande bi sekna xwe bi nav û deng vedabun, liTirkiye, bi avabuna cumuhuriyete dewleta Tirk, ku Tirkiye soza mafên kurda inkar dike, mala Alîyê Ûnis xwe digîjinin Serhildana Seh Said hwd… ji bo heq û huqukên mafên mirovî û netewîya Kurd timî bi berxwedanek mezin aligerên şoreşe, dinav refên azadixwaza ciyên xwe digirtin; jibona ve ew ji aliye dewleta Tirk gelek Zilimî, koçberî, işkence, zindanî û hatin kuştin.

Derd û qahrên wan mezinbun, emrên mezin, dilêwan gelek tenik bûbû û ew jiber nêxweşiya dilênxwe mirin.

Abdulcelil Altan û Medeni Altan her du bira, li ba mezelên her çar kurên wanî ji aliye dewleta Tirk, ku hatibu qetilkirin hatin definkirin

Ew tev vêga di mirinedejî bi hevre, li welatên xwe Kurdistan, ser erda bav û kalên xwe, ku ji  wanre digotin mala Alîyê ÛNIS. 

 

10 nîsan 2009

Suayip Adlig

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Back to top button