Nivîsar

Ne yekriziya di nava YNKê de bandorek xirab li pêwendiya dike

Ji berî çend rojan hinek problem di navbera PDKê û YNKê de peydabûn. Sedama van aloziya ne yekrêziya YNKê û helwesta hinek kesan di nava YNKê de ye.

Kesayetek wek Mehmud Sengawî bi helwesta xwe ya ne erênî tê naskirin û li himber bûyera ji kesayetek siyasî behtir wek kesek mafia kar dike. Destê wî li herêma Germîyanê de di nava gelek kuştin û bûyerên tarî de hene. Tu dadgeh nikare di derbarê Sengawî de dozê veke û vekê jî dibê tiştek formalite.

Hemahengî û yekrêziyek di nava PDKê û YNKê de girîng e. Girînge ji ber ku bandora xwe li rewşa aramiya Kurdistanê dike. Rewşa YNKê û taybetî kesayetên wek Sengawî gelek cara dibe sedemek hemahengiya herdu aliyan têkdiçe.

Pêwiste her aliyek bikaribe dema hinek ji nav wan dibin sedemên aloziya, wan muhasebe bikin. Dixweyê YNK nikare kesayetek wek Sengawî muhasebe bike. Lê li Kurditanê hukumet hebe, qanûn hebe dê herkesek nikaribe awayek bixwaze li dijê nirxên civakî û yasayên heyî tevbigere.

Sengawî li gel karwanek leşkerî û hinek çekên giran xwest derbasî Hewlêr bibe. Lê xalên ewlehiyê rê nedan Sengawî bi wî awayî bikeve nava Hewlêr. Tu sifatek Sengawî yê hukumî tuneye. Wek endamek yê YNKê çi hevce heye ku tu bi hêzêk leşkerî û çekên giran dixwazî derbasî paytextê Kurdistanê bibî?

Sengawî piştî derbasî Hewlêr nebû, li Silêmaniyê bi hinek zilamên xwe teqe li avahiya PDKê kir. Ev yek bu sedemê aloziye.

Piştî van bûyeran şanda Mekteba siyasî ya PDKê û YNKê civiyan. Şanda PDKê ya ji Sekreterê Mekteba Siyasî yê PDKê Fazil Mîranî, Mehmûd Mihemed, Kakemîn Necar, herwiha şanda YNKê jî ya ji Ersalan Bayîz, Saîdî Ehmed Pîre, Bêgerd Talabanî û Rêwaz Fayiq pêk hatibû.

Herdu aliyan li hevkirin ku dawî li aloziyan bînin.Herweha biryar dan ku çend komiteyên hevbeş bêne avakirin ku, rê nedin aloziyan.

Berpirsê Liqa 16ê yê PDKê Bilind Îsmaîl derbarê civînê da zanyarî dan BasNewsê û aşkere kir ku civîn derbarê kêşeyên beriya bi çend rojan ê di navbera PDK- YNKê dabû. Herwiha herdu aliyan jî li hevkirine keu dawiyê li aloziyên çend roj berê bînin

Herwiha Bilind Îsmaîl da zanîn ku PDK- YNKê bo pêkanîna çend lîjneyan jî biryara civînê dane.

Nûçe/Analiz

Back to top button