Kultur

Ji bo Perwerde û Lêkolînên Edebiyata Kurdî ya Klasîk

Ji bo Perwerde û Lêkolînên Edebiyata Kurdî ya Klasîk Kitêbeke Referansê:

TEŞEYÊN NEZMÊ

Xebata Prof. Dr. Abdurrahman Adak a ku di perwerde û lêkolînên edebiyata Kurdî ya
klasîk de dê bibe kitêbeke referansê bi navê Teşeyên Nezmê di Edebiyata Kurdî ya Klasîk
de ji nav weşanên Nûbiharê derket.

Xebata ku di qada estetîka ruxsarî ya nezm/helbesta Kurdî ya klasîk de hatiye nivîsîn
mijarên giştî yên vê qadê bi metodolojiyeke akademîk û sîstematîk di nav rûpelên xwe de
dihewîne.

“Nezm” di sîstema edebiyata klasîk a Îslamî de têgeheke vegir e ku çi payeya helbestê
bi dest xistibe çi bi dest nexistibe hemû metnên bi kêş û serwa digire nav xwe. “Teşeyên
nezmê” jî wek estetîka ruxsarî ku li ser aliyên dîtbarî, hendesî, şematîk, sîmetrîk û
topografîk ên metnên menzûm radiweste dikare bê pênasekirin. Di vê sîstemê de
kombînasyonên curbicur ên ku ji pêkvebûna yekeya nezmê, serwa, qeware û kêşê
derdikevin meydanê teşeyên curbicur ên nezmê/helbestê encam didin.

Mijara teşeyên nezmê ku hêmaneke girîng a estetîk û poetîkaya helbesta klasîk e, di
kitêbê de di çarçoveya destpêkek û pênc beşan de bi polînkirineke taybet hatiye
pêşkêşkirin.

Beşa destpêkê di peywenda huner û zanistê de ji bo mahiyet û teoriya edebiyata Kurdî
ya klasîk, beşa yekem ji bo têgehên bingehîn ên mijarê (nezm û teşe) û xalên dî yên
pêwendîdar, beşa duyem ji bo teşeyên ku ji beytan pêk tên (qesîde, xezel, qit’e, mesnewî), beşa sêyem ji bo teşeyên ku ji bendan pêk tên (mussemmetên bingehîn: muselles,murebbe’…; musemmetên tezmîn: terbî’, texmîs…; teşeyên murekkeb: terkîbbend,tercî’bend), beşa çarem ji bo teşeyên dariştî (tesmît, mustezad) û beşa pêncem jî ji boteşeyên ku qewareyên wan biçûk in (azade, ferd, ruba’î, dubeytî) hatiye terxankirin.

Di xebatê de bi qasî derfetê li ser hemû mijarên bi teşeyên nezmê re pêwendîdar hatiye
rawestan. Di vê çarçoveyê de ji perspektîfa edebiyata Îslamî pênase, taybetî û tarîxa
teşeyên nezmê; ji perspektîfa edebiyata Kurdî ya klasîk jî derketina wan, geşedana wan,
nûnerên wan, yekeyên wan ên nezmê, termînolojiya beyt/bendên wan, şêweyên curbicur ênserwaya wan, kêşa wan, qeware û topografiya wan, cureyên wan ji aliyê hunerên bedî’î ve,cureyên wan ji aliyê naverokî ve, cihê wan di dîwanan de, bikaranîna wan a xwecihî/millîdi Kurdiya Goranî de bûne qada vekolînê. Herweha hewl hatiye dayîn ku di qada teşeyên
nezmê de xweseriyên edebiyata Kurdî jî bên destnîşankirin.
Di kitêbê de teorî û termînolojiya teşeyî, şêwe û cureyên curbicur ên bi teşeyê re
têkildar digel metnên wan ên nimûne hatine pêşkêşkirin û ji 61 helbestvanî bi qasî 150
metnên nimûne hatine dayîn.
Xebat, bi van metnên nimûne ji aliyekî ve rola guldesteyek ji teşeyên nezmê dilîze ku di
edebiyata Kurdî ya klasîk de hatine bikaranîn, ji aliyekî ve jî dîwan û mesnewiyeke îdeal
temsîl dike ku di wan de ji hemû teşeyên nezmê û cureyên pêwendîdar nimûne cih digirin.
Ji ber ku di vê kitêba Adak de mijarên giştî yên qadeke edebiyata Kurdî ya klasîk
(teşeyên nezmê) di nav bergekî de kom bûne, hêvî ew e ku kitêb di astên lîsans, lîsansa
bilind û doktorayê de ku prosesên perwerdeya zanîngehê ne, herweha di lêkolînên ku li ser
metnên Kurdî yên klasîk tên meşandin de valahiyeke girîng dagire.

 

Back to top button