Polîtîk

Serokê Herêma Kurdistanê li gel berpirsêk Amerîkî li Iraqê civiya

Serokê Herêma Kurdistanê li gel berpirsê Nivîsîngeha Hemahengiya Asayîşa Amerîkî li Iraqê civiya

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê tekez li ser hevkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê li navçeyên kêşe li ser û pêwîstiya beşdariya hêzên Amerîka li mekanîzma hevbeş ya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê ya ji bo parastina asayîş û aramî û rûbirûbûna metirsiyên terorê kir. Her wiha xweşhaliya xwe bi rewşa erêniya peywendiya Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federala Iraqê û guftûgoya çareserkirina kêşeyên di navbera her dû aliyan nîşan da.

Li civîna ku îro sêşem 24/09/2019 li Hewlêrê birêveçû, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Gregory Kreuder Berpirsê Nivîsîngeha Hemahengiya Asayîşa Amerîkî li Iraqê rewşa asayîşa navçeyên kêşe li ser yên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federala Iraqê guftûgo kirin û bi taybetî tîşk xistin li ser rewşa parêzgeha Kerkûk û dewrubera wê û navçeya Şingal û Deşta Nînowa, her wiha tekez li ser parastina asayîş û aramiya li tevahiya Iraqê kirin.

Birêz Serokê Herêma Kurdistanê pesn û pêzanînên Herêma Kurdistanê ya ji bo yarmetî û piştgîriya Amerîka li Herêma Kurdistanê ji bo têkşikandina Da’îşê dûpat kir û berdewamiya beşdariya Amerîkayê li proseya yekxistina Pêşmerge û çaksaziya li Wezareta Pêşmerge bi pêwîst zanî û spasî wan hevkarî û yarmetiyan kir ku heta niha li vî derbarî de pêşkêş kirine.

Li civînê de ku birêz Konsolê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê û şandekî serbazî jî têda beşdar bûn, birêz Berpirsê Nivîsîngeha Hemahengiya Asayîşa Amerîka li Iraqê jî pesnê rola Pêşmerge ya li şerê dijî terorê kir û berdewamiya piştgîriya Amerîka ji bo Pêşmerge û Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez li ser rola Serokayetiya Herêma Kurdistanê û piştgîriya li hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo yekxistina Pêşmerge û proseya çaksaziya li Wezareta Pêşmerge kir.

Back to top button