Bila roja Referandumê bibe Roja Niştimanî
Biryar e roja 25ê Îlonê li bajarê Hewlêrê duyemîn salvegera Referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê bi lidarxistin û tê daxwazkirin ku ew roj bibe (Roja Niştimanî ya Gelê Kurdistanê).
Sekreterê Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê Nêçîrvan Kelarî ji malpera KDP.info re ragihand: “Roja Çarşemê ku 25ê Îlonê ye, Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê li bajarê Hewlêrê û di bin navê (Referandum Siberoja Serxwebûna Gelekî ye), dê duyemîn salvegera referanduma serxwebûna Kurdistanê bi merasîmekê lidar bixe, ku tê de dê hejmareke kesayetiyên siyasî yên xuyayî dê beşdar bin û dê hejmareke çalakî bên lidarxistin.”
Nêçîrvan Kelarî wiha got: “Roja referandumê erkê ser milê me hemûyan e ku em pîroz bikin ji ber ku di 25ê Îlonê de gelê me biryara xwe da û gerek ew roj salane bê pîrozkirin û ev yek bibe kiltûr.”
Kelarî daxwaz ji Parlamentoya Kurdistanê kir ku roja 25ê Îlonê bike Roja Niştimanî ya Gelê Kurdistanê, heya wê roja ku em bighên armanca xwe, ku em piştrast in rojeke geş li hêviya me ye û emê bighên mafê xwe, ji ber ku heya dunya heye dê referandum zîndî be.