Nivîsar

Taşçier: Min negotiye Kurd dikarin vê carê li Stenbolê dengê xwe bidin AKPê

Roja ku Dezgehê Bilind a Hilbijartinê hilbijartinên Stanbulê îptal kir, di heman rojê de parêzerên Ocalan naveroka hevdîtina Ocalan li Stanbulê eşkere kirin.

Li ser peyama Ocalan gelek nirxandinên cuda hatin kirin û dixweyê dê ev nirxandin heta hilbajartina Stanbulê jî berdewam bin.

Gelek nivîskar û siyasetmedara peyama Ocalan wek destpêka pêwendiyên AKPê û Ocalan şirove kirin. Heta hineka da xûyakirin ku ev yek dikare bibe destpêka pêvajoyek din ya “Aşitiyê“

Di nava PKKê de jî nirxandinên cuda hatin kirin. Qendil bi daxûyaniyekî bi awayek ne vekirî naveroka peyama Ocalan paşguhê xwe ve avêt û heta daxûyaniya Qendil wek reda peyama Ocalan hate nirxandin.

Serokê HDPê Temelî daxûyaniyekî bi temamî şiroveyên ku li ser peyama Ocalan hatîn kirin red kir û got dê helwesta HDPê wek berê be. Yanî HDP dê pişgiriya berbijêrê Tifaqa Mîllet Ekrem Îmamoglu bike.

Tora medya Rûdawê di vê derbarê de li gel parlementerê HDPê Îmam Taşçier hevpeyvînek dirêj pêkanî. Di hevpeyvîna xwe de Taşçier dibêje: “ Kurd dikarin vê carê li Stenbolê dengê xwe bidin AKPê “

Lê piştî hevpeyvîn hate weşandin, di cih de Taşçier di hesabê xwe yê Twitterê de di derbarê hevpeyvîna xwe di Rûdawê de daxûyaniyek ragihand. Taşçier Twittera xwe de dibêje: Di hevpeyvîna min de mirov nikare encama “Kurd dengên xwe bidin AKPê“ derêxe. Min xwest ku bêjim: Kîjan hêz di derbarê Kurdan de politikayek samimî derêxwe holê û ji bo demokrasiyê partiya me re hevkariyê bike, dê kurd jî li gel wa tifaqê bikin. Di hilbijartinên Stanbulê de partiya me li gel hêzên demokrasiyê biryara xwe dide.

Bi vê daxûyaniyê parlementerê HDPê li naveroka hevpeyvîna xwe ya Rûdawê red dike û dide xûyakirin ku armanca wî tiştek dine.

Gelek cara Taşçier tiş gotine û ji gotina xwe şûnve vegeriyaye. Li bîra we be di serdanek ya xwe ya Kurdistana Başûr de, gelek bi erênî behsa PDKê û taybetî wesfek mezin ji serok Barzanî dide. Lê dema vegeriya bakur, li Diyarbekirê di konferansek rojnemevanî de gotinên ne li ser rê di derbarê PDKê de dike û rexneyek tund li PDKê û Barzaniya dike.
Lê tu cara kesekî helwesta Îmam efendî nenirxand û behsa kesayeta wî ya zeyif nekir. Niha jî piştî gelek kesan di nava HDPê de rexne li naveroka hevpeyvîna Taşçier kir, di cih de mecbûr bû di hesabê xwe yê Twitterê de daxûyaniyek ragihan û reda xwe kir.

Niha pêwiste ku Rûdaw di vê derbarê de daxûyaniyekî bide. Gelo Rûdawê naveroka gotina Îmam guhertiye û ji ba xwe wateyên cuda dane naveroka gotinên Îmam , yan jî Îmam ji bo rexneyên hevalên xwe xilas bibe ev daxûyanî daye. Rûdaw wek dezgehek mezin a medyayê divê vê yekê eşkere bike û helwesta xwe dîyar bike. Eger ev nebê objebtif bûna Rûdawê dikevê di bin şikê de.

Tê zanin ku kesayeta Îmam destdide ku, tiştên niha dibêje, gavek din inkar bike. Lê di vê daxûyaniya xwe de Rûdawê têxe di bin tohmetekî de..

Îmam gelek vekirî gotinên xwe gotine. Her kesê ku hevpeyvîna Îmam bixweîne dê tê bigihê ku çi gotiye.

Hevpeyvîna Îmam Taşçier di Rûdawê de:

http://www.rudaw.net/kurmanci/interview/09052019

Rojevakurd jî di derbarê hevpeyvîna taşçier de analîzek belav kirîbû.

https://rojevakurd.com/hdp-dikare-li-stanbule/

Nûçe/Analîz

Rojevakurd

Back to top button